Li bajarên Arjantînê semînerên Jineolojiyê hatin dayin
- 12:29 1 Cotmeh 2017
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Semînerên li ser Jineolojiyê yên li Arjantînê dewam dikin. Komîteya Jinê ya Piştgiriya bi Kurdistanê re, bi vê armancê li Bûenos Aîres, Moreno û Cordobayê çalakî li dar xist.
Di çaroçoveya hevdîtinên jineolojiyê de di 26'ê Îlonê de li Fakulteya Felsefeyê ya Zanîngeha Bûenos Aîresê, semînera li ser Jineolojiyê hate dayin. Zîlan Diyar li ser navê Jineolojiyê pêşkêşî kir û anî ziman ku femînîzma gel a li Latîn Amerîkayê derketiye holê (femînîsmo popular) û Jineolojî xwedî gelek aliyên hevpar in. Zîlan di berdewamiya axafitna xwe de wiha got, "Mirov ancax dest bidin ruhê axê, dikarin ji wê axê fêhm bikin" û anî ziman, tecrûbe û têkoşîna li vê derê tevkariyê li tevna agahiyê ya Jineolojiyê dike.
27'ê Îlonê beriya çalakiya li Morenoyê, dokûmanterek li ser Şoreşa Rojava hate nîşandan. Di semînerê de hat destnîşankirin, ku di guhertina tevgera azadiyê ya kurd de tespîtên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaaln ên li ser kolekirina jinê, xwedî bandoreke mezin in.
Gelek jin tevli bûn
Rawestgeha dawî ya Civînên Jineolojiyê bajarê Cordoba bû. Roja 29'ê Îlonê di çarçoveya vê bernameyê de navenda civakî ya li Maldonano hate ziyaretkirin. Nûnera Tevgera Jinên Kurd Melîke Yaşar li vê derê, li ser dîrok û rewşa heyî ya Kurdistanê pêşkêşiyeke kurt kir. Semînera li Cordobayê, ji aliyê jinên endamên Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re hat lidarxistin û ji rêxistin û tevgerên cuda gelek kes tevlî bûn.
Duh jî bi beşdariya 50 jinan, perwedeyek ji bo rojekê ya li ser mijarên; Tevgera Jinên Kurd û Jineolojiyê hate organîzekirin.








