'Di wargehên rehîneyan de bernameyên televîzyonan'

  • 11:09 1 Cotmeh 2017
  •  
Ayşe Gokkan
 
Di zindanê de zêde dem tune ku jin televîzyonê tamaşe bikin.  Lê dema ku ji bo xebatekê  mirov ji mecbûrî bişopîne jî tiştekî ji wê zêdtir ku bîhna mirov teng bike  tune ye. Ji Sibehê heta êvarê ji bo ku jin dê 'çawa zilam bextewar bike' bername hatine amadekirin. Bernameyên wekî Jin çi xwarinê hîn bibe dê zilam bextewar bike, kîjan cilan li xwe bike dê mêr kêfxweş bike û li gorî wan şertan dê çawa karibe bizewice? hatine amadekirin.  
 
Mijara rêzezefîlman 
 
Hîn me çi dîtiye hîn rêze fîlm hene. Rêze fîlm ji destdirêjiyê romantîk dike. Tolaz (mêrperest) şîrîn dike û pir zewaciyê meşru dike. Dîsa rolên "jinan dayik, xizmeta zarok û zilam e" li gorî van rêzefîlman jina zîrek ew ku dema zilamê wê aciz bibe situyê xwe li ber xwar bike ku heta hirsa wî dakeve. Lê divê ku bizanibe wê ew hêrs qet neqede û li  gorî wê tevbigere. Rêze fîlmên qada "siyasî" yên wekî  'Soz, Îsîmsîzler,…' Her wiha  wekî bernameya bi navê  "Anadoludan görünüm" ku demekê  di TRT'ê de dihat pêşkêşkirin.  Di vê bernameyê de rojekê dihat gotin,  "PKK jinan bi kar tîne", rojekê jî 'digot di PKK de hezkirin qedexe ye kesê/kesa ku hez bike dikujin'... Ev rêze fîlm jî wiha ne. Di beşekê de berxwedêr, tekoşer, jin, ciwan, zarok, siyasetmedar, şaredarî hemû xayîn in kurd kurdan dikujin. Herwiha di van bernameyan de   bajar çawa tên hildiwandin, sixurî û ajantî çawa tê kirin tê nîşandan. Jin, kurd, kurdistaniyan xayîn îlan dikin ji bo ku kurdan û raya giştî û Tirkiye bixapînin. Parastina rewa, rewabûna xweseriya demokratîk, azadiya jinê wekî sûc didin nîşandan û dibêjin ku ji ber kurdan li kurdan îxanet kiriye ji bo wê xweseriya demokratîk daxwaz kirine. Di nava van mijaran de jî banga ku  mirov çawa dikarin bibin sixur, dagirker, fuhuşê bikin, hişbir bi kar bînin…hwd tê kirin.
 
Li zindanê mijara nûçeyên rojê
 
Di nûçeyên ku tên weşandin de ji bilî Recep Tayyîp  tu kesek nayê nîşandan. Recep çuye xwarinê, recep çuye vexwarinê, recep çuye cilan li xwe bike, recep çuye destavê...hwd. Dema ku mirov li wan nûçeyan temaşe dike,  mirov dibêje qey kesê ku li Kurdistan, Tirkiyê, Rojhilata Navîn, Asya, Afrîka û Li Ewropayê roj bi roj bê rûmet dibe ez im û ne  R. Tayyîp e.  Dî nûçeyên ku tên weşandin de, di rêzefîlman de û di bernameyên niqaşan de  hemû kesên muxalîf  ku li dijî vê pergalê li ber xwe didin wekî terorîst tên nîaşndan.  40 salin bi sînema, rêza fîlm, bernameyên taybet, reklam û nûçeyan mijarên ku diweşînin nasnameyên cûda (kurd, suryanî, çerkez,ermenî,..) û baweriyên cûda (elewî, êzidî, file…)  wekî terorîst tên nîşandan. Her wiha di pergala Recep Tayyîp de jin neyar in. Herî dawî di mufredata perwerdeyê de jî ev helwesta xwe zelal kirin û di pergala nîjadperest, mêrperest de anîn ziman ku  xizmeta jin ji mêr re bike îbadet e.
 
Di wargeha rehîneyan de fîlmên wezaret û edaletê
 
Heftê 3 rojan ji bo wargehên rehîneyan li ser daxwaza  Wazereta Edaletê  fîlman didin weşandin wezaret ew qas ji rewşa xwe qayîl tevdiger ku wekî fîlîmên tên weşandin xwezayî hatine hilbijartin û ne ku ji bo rojeva dewletê bi girtiyan bidin qebulkirin e. Roja ku mijara potên yek reng  Tayîp kir rojeva Tirkiyeyê dizanibûn ku berê hatiye ceribandin û têk çûye lê dîsa ji ber ku Recep  emir kir Wezareta Edaletê  ket nav liv û tevgerê.  Bi taybetî rola karakteran ji bo zindanê  amade kirin. Mijara sînemayê potên yek reng in. Zilamekî dewlemend ku di zindanê de ye bêyî ku îtîrazekê bike potên yek reng ku jê re hatine pêşniyarkirin digire û li xwe dike. Ev mirovê di girtîgehê de Mafya ye lê 'alîkariya mirovahiyê dike' û di heman demê de serokê koma sermayedaran e.  Di fîlmê de ji bo jinan jî rol hatiye dayîn jin jî bi destdirêjiya wî mirovî bextewar in. Ev mirov hevjîna xwe dixapîne  lê ew jinekê girêdayê wî ye. Zarokên wî di nava keyfê de ne. 
 
Di Fîlmên Wezareta Edaletê de ku li wargehên rehîneyan dide tên nîşndan  li pêy hew rola jinê qels, bê hêz, nikare xwe biparêze ye. Jin di van fîlman de girêdayî hevjînê xwe ne û mihatacî dewleta baviksalar in.
 
Hin fîlm jî hene ku qetlîamên dewletan vedişêrin. Oryantalîst bi pozîtîvîstan re rûniştine fîlm çekirine. Hin kes dixwazin bajar û cîhanê hilweşînin. Lê  komên zilamên baş hene û yên nebaş hene. Ger ku jin di nava komên nebaş de be nebaşe heta bêje ji zilamên xerab ji xerabtir e. Ger ku jin di nava komên zilamê baş de be di rola duyemîn de ye û hestewar e, fikra xwe dibêje lê îsrar nake. Mijara fîlman her dem dewlet çi bike kesên nebaş hene lê dewletê ti tişt nekiriye û mahsûm e. Mirov dibêje qey yên  ku Helepçe, Nepal, Hîroşîma bi bombeyên kîmyewî hilweşandin û mirov qetil kirin komên nebaş ên terorîst in. Bi van fîlman terora dewletê ku mirovahiyê qetil dike vedişêrin.
 
Îro Kore, ABD, Çîn, Japonya, Îran, Tirkiye li ser bombêya nukleerê ji bo cîhanê planê kîjan talankeriyê dikin ne diyar e.
 
Di wargehên rehîneyan de tu caran tecrîda li ser rêberê PKK'ê  birêz Abdullah  Ocalan nakeve rojevê. Ev tecrîd rûreşiya T.C. û cîhanê ye. 
Hêzên Hegemonîk ji rêbertiya jinê ku bi stratejî û felsefa birêz Abdullah  Ocalan pêşdikeve ditirsin û  naxwazin ku ev serkefitin bibe serkeftina felsefaya  birêz Ocalan. Ji bo wê yekê jî tecrît wekî komploya navneteweyî di meriyetê de ye.
 
Lê em jin di hundir de û li derve em tu caran tecrîtê qebul nakin em di wargehên rehîneyan de bin jî em ê tecrîtê perçe bikin.