Dayikên Melezgîrtê: Divê em dayik li hemberî qutkirina dengê aşitiyê bibîn mertal

  • 09:00 1 Cotmeh 2017
  • Rojane

MÛŞ-Tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan giran dibe. Bi tu awayî parêzer hevdîtinê pêk naynin û serlêdanên malbat û parêzaran ji aliyê rêvebirên dewletê ve tên redkirin. Bertekên li hemberî girankirina tecrîtê zêde dibin. Jinên Melezgîra Muşê bang li hikûmetê kirin ku bi lez deriye îmraliyê vekin û gotin ku divê gele kurd vê tecrîdê qebûl neke. 

 
Tecrîta ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her roj girantir dibe.  Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  tu agahî nayên girtin û her wiha hevdîtîn ji malbat û parêzer re jî hatine qedexekirin. Bertek û nêrazîbûnên li hemberî girankirina tecrîdê zêde dibin. Jinên Melezgîrtê diyar kirin ku tecrît dê bi berxwedana jinan bê şikandin û bang li hemû jinan kirin ku di şexsê Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan de xwedî azadiya xwe derbikevin. 
 
‘Divê em dayik û jin li hemberî qutkirina dengê aşitiyê bibîn mertal’
 
Dayika bi navê Hamîde Keklîk anî ziman ku tecrîd binpêkirina mafê mirovane û got pêwîste dewlet dengê aşitiyê qut neke û wiha axivi; “Em dixwazîn ji Serokê xwe agahdar bin. Di aliyê tendûristiyê rewşa wî çawa ye em nizanîn. Miriye saxe haya me pê tune ye. Hikûmet destûr nade ku parêzer bi serokê me re hevdîtinan pêk bîne. Dixwazin bi girankirina tecrîtê Abdullah Ocalan ji holê rakin. Di şexsê serok de dixwazin hebûna gelê Kurd tine bikin. Lê dewlet jî baş dizane ku em kurd tu car û bi tu awayî xelas nabîn. Em kurd her roj jî bi berxwedanê zêdetir dibin. Deriyê Îmraliyê wê bi berxwedana jinan bê vekirin. Divê em dayik li hemberî qutkirina dengê aşitiyê bibîn mertal.”
 
‘Êdî sebra me li hemberî tecrîtê nema ye’
 
Fahîme Guzelyildizê jî bi lêv kir ku Kurd tu car li hemberî bêmafiyê serî natewînin û got ku dê zindana Îmraliyê dengê aşitiyê bişkîne û wiha berdewam kir: “Kurdan tu car zilm qebûl nekiriye. Gelê kurd xwedî edelet e. Em pir mereq dikîn ku zindana Îmraliyê de serokê me bi rewşeke çawa rû bi rû ye. Hevdîtina bi parêzer û malbatan hatiye qedexekirin. Vê yekê ji gele Kurd re rewa dibinin. Mafê girtiyekiye ku malbat û parêzerê xwe re hevdîtine pêk bîne. Em vê yeke qebûl nakîn. Êdî sebra me nema ye. Bila êdî hikûmet bizane birêz Abdullah Ocalan serokê me ye. Ew me bikujin, qetil bikin çi bikin bila bikin ew serokê me ye. Girtîgehên tirkiyeyê bi siyasetmenderên kurdan ve tûjî bûne. Ev yeke nayê qebûl kirin. Em azadiya serokê xwe dixwazîn. Divê ev tecrîte bi lez bê rakirin.”
 
‘Divê Ocalan bi lez bê azadkirin’
 
Hanim Keklîkê jî diyar kir ku heya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad nebe gelên Rojhilatanavîn jî azad nabin û wiha berdewam kir; “Em Kurd bi girtin û kuştinê xelas nabîn. Bila êdî dewlet ji vê yeke hîn bibe. Di şexsê Ocalan de gelê Kurd niha di bin tecrîdê de ye. Hikûmet bila bizane ku tu car bi gotinên wan aşitî pêk nayê. Em dixwazîn aşitiyê bi lez azad  berdin û vê tecrîtê rakin. Fikr û ramanên wî ji bo hemû gelan bûye hêviyeke nû. Ji bo zarokên me ye bûye peşerojeke azad. Êdî qedexekirina serokê me bes e. Em dixwazîn êdî agahiyekî ji serokê xwe bigirîn. Ev zilma ser serê me te kirin divê neye qebûlkirin. Azadiya serok azadiya me ye.”