ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2017'AN

  • 08:55 1 Cotmeh 2017
  • Rojev
*Tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan giran dibe. Bi tu awayî parêzer hevdîtinê pêk naynin û serlêdanên malbat û parêzaran ji aliyê rêvebirên dewletê ve tên redkirin. Bertekên li hemberî girankirina tecrîtê zêde dibin. Jinên Melezgîra Muşê bang li hikûmetê kirin ku bi lez deriye îmraliyê vekin û gotin ku divê gele kurd vê tecrîdê qebûl neke. BI DÎMEN
 
*Nurten Karadenîz ya li Bulancak a Gîresunê  bufeya wê heye û tê de dixebite gotina Vîrgîna Woolf ya bi salan berê gotibû bi cerebandina xwe ya jintiyê careke din dubare dike: “Divê jin li gotin û fikrên mêran nenêrin û bixebitin. Divê vala nemînin û teqez bixebitin.” BI DÎMEN
 
* Li Îslamabadê xwendekarên jin, li kampusê ji bo pirsgirêka veguhestinê projeya bîsîkletê ya bi navê CYKIQ amade kirin û pirsgirêk çareser kirin.  Jinên bîsîkletê bikar tînin diyar kirin ku ev rewş wan azad dike.
 
*Bi nêzbûna demsala zivistanê re li Kurdistanê jin amadekariyên zivistanê berdewam dikin. Şahîbe Gerçek ya 50 salî ji bo amadekariyên zivistanê xwarina bi navê ‘babakanuç’  amade dike û li kolanê li ser agirê êzindan balcanan dipijirîne.