Ji Stenbolê Sûrê piştgirî: Tirkiye dê ji ber Sûrê hikûm bixwe

  • 17:01 30 Îlon 2017
  • Rojane
AMED - Endamên Platforma Piştevaniya bi Sûrê re ji Stenbolê hatin Sûrê û li vir dîmenên xerakirina Sûrê dîtin. Endamên Platformê diyar kirin ku Tirkiye dê ji ber hilweşandinê di mehên pêş de di raya giştî ya navnetewî û li nav saziyan de tengasiyan bikişîne û ji ber binpêkirina mafên hiqûqî hikûm bixwe.
 
Platforma Piştevaniya bi Sûrê re di nav de ku akademîsyên aştiyê, hunermend, rewşenbîr, nivîskar û ji derdorên cuda kes hene ji Stenbolê hatin Sûrê û bi aktîvistên Platforma ji Hilweşandina Sûrê re Na çûn serdana taxên Alîpaşa û Lalebey ên Sûrê. Endamên Platformê li Alîpaşa daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Parlamenterê HDP’ê yên Amedê Feleknas Uca û Nîmeteullah Erdogmuş, rêveberên HDP û DBP’ê jî amade bûn. 
 
Li ser navê heyetê Prof. Dr. Ayşe Erzan daxuyaniya hevpar xwend. Ayşe bal kişand ser berdewamkirina hilweşandina Sûrê û wiha axivî: “Li Sûrê her roj binpêkirinek û dramek tê jiyîn. Zarokên Alîpaşa bi bê dibistan dest bi perwerdehiyê kirin. Mafê zarokan tê binpêkirin. Ne diyar e dê li ku qeydên xwe çêbikin. Li gel gelek binpêkirina mafan mekanîzma û peymana mafên mirovî ya navnetewî yên Tirkiye ku jê berpirsyar e û mafê konutan ku di makezagona xwe de jî tê maneya binpêkirina mafê mirovan heye.” 
 
‘Tirkiye dê bê sûcdarkirin’
 
Ayşe Erzan destnîşan kir ku di pêvajoya darazê ya Sûrê de rewşek xeternak heye û li gel biryarên darazê jî xerakirina Sûrê didome. Ayşe diyar kir ku Tirkiye dê ji ber hilweşandinê di mehên pêş de di raya giştî ya navnetewî û li nav saziyan de tengasiyan bikişîne û ji ber binpêkirina mafên hiqûqî hikûm bixwe. Ayşe bang li hikumetê kir ku dev ji van binpêkirinan ber bide. 
 
Daxuyani bi lêdana çepikan bi dawî bû.