Ceylan Bagriyanik hat binçavkirin

  • 12:45 30 Îlon 2017
  • Rojane
WAN - Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ceylan Bagriyanik a ku di Heyeta Îmraliyê de cih digirt li Wanê hat binçavkirin.
 
Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Ceylan Bagriyanik a ku di Heyeta Îmraliyê de cih digirt duh evarê li Sûkê Navendê ya Wanê hat binçavkirin. Hat zanîn ku Ceylan bi hinceta di der barê wê de biryara binçavkirin heye hatiye binçavkirin. Ceylanê birin şaxa TEMê ya Artemêtanê.