Qeyûm navê parqa ‘Mafê mirovan’ guherand

  • 11:12 30 Îlon 2017
  • Rojane
MÛŞ - Li Navçeya Kopê qeyûm navê parqa Mafê Mirovan guhert û kir 15 Temmuz şehitlerî. 
 
Wezareta Karên Hundir piştî qeyûm tayînî şaredariyên kurdan kir, qeyûm hemû destkeftiyên kurdan yek bi yek ji destê wan girt. Parqên ku di dema şaredariyên DBP'î de hatine vekirin niha bi biryarên qeyûman navên wan tên guhertin. Li Navçeya Kopê ya Mûşê piştî ku Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî Şareredariya DBP'î kir, Hevşaredarên Kopê Fîgen Yaşar û Rahmî Çelîk hatibûn girtin. Qeymeqamê Kopê Haci Arslan Uzan qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin. Qeyûm Uzun, piştî hat ser şaredariyê Parqa Mafê Mirovan a di 2009’an de li navendê hatibû vekirin navê guhert û kir 15 Temmuz Şehitlerî. Qeyûm xebatên qada aborî yên ji bo jinan ku di serdema Şaredariya DBP’î hatibûn avakirin jî rawestandin.