Koçberên Dêra Zorê: 'Gaveke nû ber bi azadiyê ve diavêjin'
- 09:45 30 Îlon 2017
- Rojane
Sorgul Şêxo
DÊRAZORÊ - Bi hezaran jinên Dêra Zorê ji zilma DAÎŞ'ê tên rizgarkirin, jinên ku digihêjin herêma ewle ji QSD'ê re wiha dibêjin 'Em ji nû ve ji dayik bûn'.
Bi destpêkirina pêngava Bagera Cizîrê şervanên QSD'ê, Meclîsa Dêra Zorê a leşkerî û YPG/YPJ pêşveçûnên pir mezin bi dest dixin, di heman demê de bi hezaran jin, zarok, dapîr û hwd. tên rizgarkirin û gaveke nû ber bi azadiyê ve davêjin. Jin û zarokên ku xilas dibin şervanên YPG/YPJ'ê bi germahî hembêz dikin. Jinên ku tên rizgarikirn û digihêjin herêmên ewle yên şervanên QSD'ê nerînên xwe ji ajansa JINNEWS re parvekirin û gotin: "Em êdî ji nû ve ji dayîk bûn, em di nava tirsekê de dijiyan lê niha her tişt xilas bû, em spasiya hêzên QSD'ê dikin."
Yek ji jinên ku hatine rizgarikirin Sebah Elî wiha dibêje: "Tirs, birçîbûn, kuştin û darvekirin ev hemû her li ber çavên me bûn, zarok ji birçîna dimirin, ji ber gulebarana çeteyan û Rêjîmê malê me bi ser serê me de xera dikirin, nedihiştin em derkevin derve."
Her wiha jina bi navê Xewla Cûma yek ji jinên ku xwe xilas kiriye kiryarên çeteyên DAÎŞ'ê bi dilekî bişewat tîne ziman û wiha dibêje: "Rojekê ez û jinbira xwe me di nava zeviyên xwe de çandinî dikir dema ku çeteyên DAÎŞ'ê me dîtin dan pê me û ji tirsa di nav çolan de em reviyan, heta ku em xelas bûn. DAÎŞ'ê kî li derve bidîta ew gulebaran dikirin. Jiyana me reş kiribûn."
Rewda Rekab jî wiha dibêje: "ji ber gulebarana rêjîmê û çeteyên DAÎŞ'ê em ji malên xwe derketin, bi darên zorê kincên reş û tarî li me kirin, her tişt qedexe kirin. Di heman demê de jî zarokên 13'e salî û jor de bi darê zorê birin da ku li hember hêzên QSD'ê şer bikin. Ma mirovatî li ku ma gelo? Ez bawer im ku şervanên QSD'ê û Meclîsa Dêra Zorê a Leşkerî wê hemû gelên bindest rizgar bikin."
İbtîsam Mişrif jî diyar kir ku yê herî zêde êrîşî wan dikin Rêjîma BAAS'ê ye. Em hatin herêmên ku di bin ewlehiya QSD'dê de ne. Pêwestiya zarokên me bi gelek tiştan hene, weke şîr û gelek tiştên jiyanî. Bila êdî rêxistinên Mafê Mirovan çavên xwe negirin û alîkariyê bidin koçberan, taybet jî zarokan."








