Jinên Amedî: Em tenê Abdullah Ocalan ji bo xwe serok dibînin

  • 09:13 30 Îlon 2017
  • Rojane
 
AMED - Tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin roj bi roj girantir dibe. Jinên Amedî jî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin ku ew tenê Abdullah Ocalan ji bo xwe serok dibînin. Ji ber ku pêdiviya gelê kurd bi nexşeya wî heye.
 
Ji ber pêkanînên dijÎ mirovî yên taybet ku li Girava Îmraliyê di meriyetê de ne ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha jî nikare bi malbat û heyeta Îmraliyê re hevdîtinê bike. Herî dawî birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan di 11’ê Îlona 2016’an de pê re hevdîtin kir û piştî wê tecrît dîsa hat berdewamkirin.  Jinên Amedî yên ku bertek nîşanî tecrîta li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan dan gotin ku ew tenê Abdullah Ocalan ji bo xwe serok dibînin.
 
'Girtî jî tên tecrîtkirin'
 
Jina bi navê Muzaffer Bîlgîn di serî de tecrîda ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û got ku tecrîta li ser Abdullah Ocalan di heman demê de tecrîta li ser gelê kurd e. Muzafferê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got : "Ez di serî de sersaxî ji dayîka Aysel Tugluk Hatûn Tugluk re dixwazim. Tecrîda herê mezin li dijî cenazeyê Hatûn Tugluk hat kirin. Mînak li dijî giritiyên siyasî jî tecrîd tê kirin. Lê belê em ê tû carî serî netewînin û em ê wê tecrîdê bişkînin. Em di baweriya ku wê Rêber Apo di demeke kurt de di nav me de be de ne."
 
'Hikûmet tecrîdê giran dike'
 
Muzafferê di berdewama axaftina xwe de got ku kesê Tirkiyeyê bi rêve dibe ji Abdullah Ocalan ditirse û wiha pê de çû: "Ji ber ku ji Rêber Apo ditirsin li dijî wî tecrîtê pêk tînin. Lê Abdullah Ocalan serokê mînak ê yekem e. Ji ber vê jî hikûmeta dagirker her ku roj diçe tecrîdê giran dike."
 
Jina bi navê  Munevver Subaşî jî bi lêv kir ku tecrîda li dijî Abdullah Ocalan, parlementer û hevserokên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin û îro di girtigehan da ne şermezar kir, bertek nîşanî pêkanîna potên yek reng ku li girtiyan tên ferzkirin da û ev wiha berdewam kir: "Ev zîhniyeta dewleta tirk di dide nîşandan. Ji ber vê jî hikûmet sûcê mirovahiyê dike. Bi vê tecrîta ku didin meşandin dixwazin hêza gel bişkînin û gel serê xwe li gel wan bitewîne. Lê belê gelê kurd wê tû carî li dijî zilmê serî netewîne."