Hevşaredara Artûklûyê Sevînç Bozan hat girtin
- 09:41 29 Îlon 2017
- Rojane
MÊRDÎN – Hevşaredara Artûklûyê Sevînç Bozan ku li Îzmîrê hatibû binçavkirin, hat girtin.
Hevşaredara navçeya Artûklû ya Mêrdînê Sevînç Bozan ku di 14’ê Îlonê de li navçeya Balçovaya Îzmîrê hatibû binçvakirin, piştî karê li muduriyeta polîsan ew anîn Edliyeya Mêrdînê. Sevînç bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” kiriye sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hat kirin. Dadgeriyê bi heman îdiayê biryara girtina Sevînç da û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
Di 13’ê Kanûna 2016’an de qeyûm tayînî Şaredariya Artûklûyê hatibû kirin.








