Nahêlin gorên hatine texrîbkirin bên çêkirin

  • 09:40 29 Îlon 2017
  • Rojane
MÊRDÎN- Goristana Gonika ku di dema berxwedana xwebirêvebirin  a li Nisêbînê de hatin texrîbkirin ev du sal e nayê çêkirin.  Polîsên her tim li goristanê nobetê digirin, dibêjin qedexeye û nahêlin gel biçe goristanê û hat îdiakirin ku kesên goran çêdikin jî tên derbkirin.
 
 Goristana Gonika ku di dema berxwedana xwebirêvebirin  a li Nisêbînê de hatin texrîbkirin ev du sal e nayê çêkirin. Bi avêtina topan û êrîşan re bi taybet gorên aydê YPS û HPG’yan hatin texrîbkirin û nahêlin bên çêkirin jî.  Tevî qedexe rabûye jî hîna dibêjin ‘qedexe heye’ polîs nahêlin kes bikeve gorê û kesên dixwazin çêbikin jî tên derbkirin.
 
‘Ev der goristana gawiran e hûn çima çêdikin?’
 
Li ser gorên ku hatine texrîbkirin tenê ax maye û navê wan yek bi yek hatine paqijkirin û nahêlin kes biçin goristanê jî. Welatiyekî ku di rojên borî de çû serdana goristanê û xwest hinekî sererast bike ji aliyê polîsên nobet digirin ve hat binçavkirin.  Welatiyê ku rastî gotina ‘Ev der goristanan gawiran e tu çima çêdikî’ hat û pişt re hat berdan.
 
Noqteya polîsan a li goristanê
 
Li goristana li sînor cih digire bi hinceta ‘tunel û ewlehiyê’ noqteya polîsan hat avakirin û hat îdiakirin ku polîsan welatiyên tên goristanê tacîz dikin û tehdîda ‘dûr bisekinin’ dikin.
 
Welatiyan bertek nîşanî bûyerê dan û gotin: “Ev du sal e em nikarin goran çêbikin.  Hemû rêyên goristanê xera bûne. Dema em dikevin hundir em nikarin bimeşin.  Her der ax e.  Em dixwazin çêbikin lê desturê nadin.  Nahêlin miriyên me jî rehet bin. Ji miriyên me jî ditirsin.”