Qeyûm Qrêşa Perperokê veguhert hêlîna asîmîlasyonê
- 10:55 28 Îlon 2017
- Rojane
Hîkmet Tunç
WAN - Li Wanê Mala Lênerîn û Qrêşa bi Roj a Perperokê ya ku bi zimanê Kurdî hatibû vekirin, nav û zimanê wê yên perwerdê ji aliyê qeyûm ve hat guhertin. Malbatan bertek nîşanî vê guherînê dan û gotin: “Em zarokên xwe nakin amûrê van polîtîqayên asîmîlasyonê.”
Li Wanê Mala Lênerîn û Qrêşa bi Roj a Perperokê ya bi zimanê Kurdî du sal berê ji aliyê şaredariya bajarê Mezin a Wanê a DBP’ê ve hat vekirin, nav û zimanê wê yên perwerdê ji aliyê qeyûm ve hat guhertin. Qrêşa li herêmê xwediyê taybetiyekê bû, ji aliyê qeyûm ve navê wê wek ‘nayê zanîn’ û ‘bi xof’ hat nasîn. Navê wê jî wek Mala Lênerîna bi Roj û Qrêşa Zarokan a Bajarê Mezin hat guhertin. Wêneyên
perperokê yên li ser wesayîta qrêşê jî hatin rakirin û bi guherîna navê wê re bihayên qrêşê jî zêde bûn.
‘Ez zarokê xwe nakim amûra polîtîkayên asîmîlasyonê’
Malbatan bertek nîşanî guherîna navê qreş û zimanê perwerdê û her wiha bihayên qreşê dan û gotin: “Gelek qreşên ku perwerdeya bi Tirkî didin hene. Lê ji ber perwerde bi zimanê dayikê bû, min zarokê xwe şand qrêşa Perperok'ê. Lê îsal ez naşînim. Ez ê li malê perwerdeya ziman bidim zarokê xwe. Lê ez zarokê xwe nakim amûra polîtîkayên asîmîlasyonê. Sala borî bihayê wê gelek baş bû lê îsal guherîne.”
Malbatan bertek nîşanî hebûna dersa ‘nirxên olî’ da û got: “Zarokên di navbera temenê 0-6 de van dersan çawa fêm dikin. Ez zarokê xwe naşînim vê qrêşê. Wê li van dibistanan çi hînî zarokan bikin? Îhtîmalek mezin wê darbeya 15’ê Tîrmehê vebêjin.”








