Welatiyên Sûrê dest ji xaniyên xwe bernadin
- 09:51 28 Îlon 2017
- Rojane
AMED - Hilweşandina ku li taxên Lalebey û Alîpaşa yên Sûrê hatiye destpêkirin berdewam dike û bertekên gel ên li dijî vê hilweşînê jî berdewam dikin. Ayşan Dun a ku li taxa Alîpaşayê dijî ji bo ku xaniyê wê neyê hilweşandin diyar kir ku wê serî li DMME'yê daye û hîn jî tû bersiv negirtiye.
Werankirina taxên Alîpaşa û Lalebey ên navçeya Sûrê ya Amedê di bin navê "Veguherîna bajêr" de didomin. Beşek mezin a her du taxan hat xerakirin. Niha jî dixwazin xaniyên welatiyan ên ku nehatine dayîn jî xira bikin. Li taxên ku bi bariyer, hêzên çevîk û TOMA'yan hatine dorpêçkirin û ceyran û avên wan hatine birîn gel hê jî li ber xwe dide. Jina 45 salî Ayşan Dun a ku dema Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hatiye qetilkirin xaniyê wê ji aliyê polîsan ve hatiye xirakirin ku niha li taxa Alîpaşayê dijî bertek nîşanî helwesta dewletê da û got ku li gel serî li DMME'yê daye jî hîna tu bersîv negirtiye .
Ayşanê got ku ji ber xaniyê wê ji aliyê dewletê ve hatiye hilweşandin niha li Alîpaşayê dijî û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Polîsan di serî de dora xaniyê min dorpêç kirin û ji me re gotin ku hûnê ji vir dekevin. Me jî got ku em nahêlin hûn hilweşînin. Di wê navberê de jî lawê min derket ser xanî û nehişt ku xanî hilweşînin. Piştre polîsan kurê min ji jor anîn xwarê û lêdan. Ji bo ku li kurê min nexin min jî xwe avêt ser kurê xwe. Komekî polîs bi pihîn û copên destê xwe li me dan. Piştre kurê min bîrîn û min nizanîbû ku birin kuderê. Lê piştre ez hîn bûm kurê min bînçav kîrîne."
Ayşanê di berdewama axaftina xwe de got ku ji ber polîsan bi cop û pihînan li wan dane x doz vekiriye û ji bo ku xaniyên wan neyê hilweşandin jî serî li DMME'ê dane wiha pê de çû: " Em bi welatiyên taxê re çûn ÎHD'ê û me xwest ku li mafên me bê pirsîn. ÎHD'ê jî li ser navê me serî li DMME'yê da lê belê hetanî niha tû bersiv ji me re nehatiye dayîn. "








