Xwişka fermandarê li Licê hat kuştin: Hêzên tarî yên nav dewletê kuştin

  • 09:30 28 Îlon 2017
  • Rojane
Evrîm Kepenek
 
GÎRESUN - Xwişka fermandarê Herêma Cendermeyan ê Amedê Bahtiyar Aydin ku di komkujiya Licê de hat kuştin,  daxwaza edeletê dubare kir û got: “Derbarê mirina birayê min de tiştekî rast ji me re negotin. Ez wisa bawer dikim ku birayê min ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hatiye kuştin.”
 
Li navçeya Licê ya Amedê di sala 1993’an de komkujî pêk hat, 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan xanî û kargerî hatin şewitandin. Her wiha Fermandarê Herêma Cendermeyan Tuggeneral Bahtiyar Aydin hatibû kuştin.  Bahtiyar Aydin bi gotina ‘pevçûn heye’ gazî Licê kirin û bi çeka suîkastê ya tîpa kanasê hat kuştin û  mirina wî bi guman ma. Di îdianameya 39 rupelî ya di Adara 2015’an de ji aliyê serdozgerê Komarê yê Amedê ve hatibû amadekirin de jî hatibû gotin ku bûyer bi guman e.
 
‘Hêzên tarî yên nav dewletê’
 
Xwişka Bahtiyar a 72 salî Bîrsen Aydin tevî ku 24 sal di ser bûyerê de derbas bûye jî birayê xwe hî ji bîr nekiriye.  Bîrsen a tevlî meşa 'ji bo Findiqan Edelet' ya ji Orduyê dest pê kir û heta Gîresunê berdewam kir bû, diyar kir ku ji bo birayê xwe jî li edeletê digere û wiha got: “Derbarê birayê min de agahiyên rast nedan me. Ez wisa bawer dikim ku birayê min ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hatiye kuştin.”
 
‘Rayedar eleqeder nebûn’  
 
Bîrsenê daxuyakirin ku bi salan li ser kujerên birayê xwe lêkolîn kiriye û ev tişt anî ziman : “Ez daxuyaniyên rayedaran têr nabînim.  Piştî mirina birayê min malbatê zehmetiyên mezin kişandin. Dayika min nexweş ket. Lê tu rayedarekî dewletê eleqeder nebû. Kesê hat şûna birayê min ji xwe re xanî û wesayet kirî. Lê birayê min di nav tunebûnê de mir. Ez dixwazim mafê birayê min neyê xwarin.  Ewqas sal derbas bû hîna kesê ku ew qetil kir nehatiye dîtin. Kê birayê min kuşt? Ez dixwazim ev bê ronîkirin.”
 
Her wiha Bîrsenê bi lêv kir ku doz li Îzmîr'ê tê dîtin û  got ew dozê dişopîne lê ji ber ew li Gîresunê dijîn nikarin biçin Îzmîr'ê û dozê bişopînin.