Jinên Amedî li dijî potên yek reng banga hestiyariyê kîrin

  • 09:15 28 Îlon 2017
  • Rojane

Gulîstan Azak

 
AMED - Li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her roj tiştekî nû zêde dibe û me pêkanîna cil û bergan a ji rojevê  nakeve ji gel pirsî. Jinên Amedî wiha gotin: “Zarokên me  potên yek reng ku li wan tên ferzkîrîn qebûl nakîn. Divê em li dijî vê pêkanînê bêdeng nemînin.”
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê di dema hikûmeta AKP’ê de hejmara girtiyan ji sedî 297 zêde bû. Girtîgeh her roj bi binpêkirina mafan tên rojevê.  Îşkenceyên di 12’ê îlonêd e hatin jiyîn hîna di hişê mirovan de zindî ne û niha jî roj bi roj pêkanînên nû dertên holê. Bi talîmata serokomar Tayîp Erdogan re pêkanîna potên yek reng hat rojevê û me ev ji jinên Amedê pirsî. Jinan diyar kir ku  wê zarokên wan van pêkanînan qebûl nekin.
 
Emê li derve û hundir li ber xwe bidin
 
Garîp Yeşîl:Ev pêkanîna cil û bergan hewldana provakasyona nû ye. Em wek jin li dijî şîdet,tecawiz û zîhniyeta ku vê pêk tîne ne.  Divê her kes li dijî van pêkanînên ku rumeta mirovan dişikîne deng derbixin.
 
Fehîme Işik:Zarokên me yên ji bo mafê mirovan ketin zindanan û têkoşîna azadiyê didin wê vê pêkanînê qebûl nekin. Emê li qadan her cureyê berxwedanê bikar bînin.  Her roj li binpêkirina mafan yên nû tên zêdekirin. 
 
Perîhan Aşan:Pêkanîna yek tîp wê welat bibe kaosê. Ev pêkanîn derveyê serdemê ye. Hilberîna zîhniyetek nexweşe.  Em jin heta hebin wê ev zîhniyet nekeve jiyanê.  Emê hem li derve û hem jî lid erve berxwedana xwe bidomînin. Wê jin li dijî faşîzmê bêje bes e.