Evîndar Denîz:" YPJ'ê û QSD'ê isbat kirin ku ew hêza yekemîn a li dijî DAÎŞ'ê ne"
- 09:04 28 Îlon 2017
- Rojane
Civîn Husên
QAMIŞLO - Fermandara Yekîneya Parastina Jinê (YPJ) Evîndar Denîz êrîşên Rûsyayê yên li ser QSD'ê pêk tînin Hemleya Reqayê û Pêngava Bagera Cizîrê nirxand.
Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê, li Bakurê Sûriye di her qadên jiyanê de gelek serkeftinên mezin hat destxistin. Hemleya rizgarkirina Reqayê ku ber bi dawî ve diçe, her wiha Hemleya Pêngava Bagera Cizîrê bi pêşengtiya Hêzên YPJ'ê bi awayekî serkeftî dewam dike.
Hemleya rizgarkirina Reqayê ber bi dawî ve diçe
Fermandar Evîndar di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Ev pêşketinên îro li Rojhilata navîn çê dibin, serkeftina YPJ/YPG û QSD'ê ne ku li dijî DAÎŞ'ê şer dikin .Gelek hemleyên serkeftî bi dawî bûn. Rizgarkirina Reqayê jî li gor pêngavên gelê herêmê pêk hat. QSD dê di demek kurt de Reqayê bi dest bixin. Hemleyek pir serkeftî dane meşandin, gelek jinên Êzîdî ku li Reqayê bûn hatin rizgarkirin. Êdî hemleya Reqayê ber bi dawî ve diçe û ev yek gelê herêmê pir kêfxweş dike."
Evîndar bal kişand ser pêngava Bagera Cizîrê û wiha got: "Li ser bangewaziya gelê Dêrzorê ev 16'e roj in pêngava Bagera Cizîrê bi pêşketinên mezin dewam dike, qadeke pir mezin ji çeteyên DAÎŞ'ê hatiye rizgar kirin."
YPJ/YPG'ê hêza yekemîn e ku di cîhanê de hêza DAÎŞ'ê şikandin
Evîndar êrîşên Rûsya yên li ser herêma Dêrzorê şermezar kir û domand: "Êrîşên Rûsya yên li dijî QSD'ê ne rast e. Ger dixwaze bi rastî jî li dijî DAÎŞ'ê şer bike, ew ê piştgiriyê bide QSD'ê û parastina wê bike û pêşketinên QSD'ê asteng neke. Lê ev du car in ku Rûsya bi balafirên şer êrîşî çeperê şervanên me yên li Dêrzorê dikin."
Bersiva me ya li dijî Rûsya'yê ew ê giran be
Evîndar da zanîn ku bersiva wan ya li dijî Rûsya'yê ew ê giran be û wiha berdewam kir: "Em vê êrîşê qebûl nakin. Hêzên me di astên herî jor de ne û em dikarin li her cihê ku DAÎŞ lê heye şer bikin. Diyare ku planên wan û DAÎŞ ê bi hev re hene.Ger dixwazin DAÎŞ'ê têk bibin bila werin em bi hev re wan têk bibin."
Kîja gelê ku daxwaza azadiyê bike em ê bi hewara wan ve biçin
Fermandar Evîndar herî dawî ev gotin anî ziman: "Kîja gelê ku daxwaza azadiyê bike em ê bi hewara wan ve biçin. Banga min a ji gel re ev e ku bi lîstikên Rûsya'yê neyên xapandin û piştgiriyê bidin têkoşîna QSD'ê."








