ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2O17'AN
- 09:00 28 Îlon 2017
- Rojev
*Fermandara Yekîneya Parastina Jinê (YPJ) Evîndar Denîz êrîşên Rûsyayê yên li ser QSD'ê pêk tînin Hemleya Reqayê û Pêngava Bagera Cizîrê nîrxand. BI DÎMEN
*Qampanyaya ‘Wê tecrîd wenda bike azadî qezenc bike’ ya ji aliyê TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ve hatiye destpêkirin berdewam dike û jinên Edenê jî piştgirî dan qampanyayê û gotin: “Tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan pêk tê, li ser hemû gelên aştiyê dixwazin pêk tê.” BI DÎMEN
*Li Wanê Mala Lênerîn û Qrêşa bi Roj a Perperokê ya ku bi zimanê Kurdî hatibû vekirin, nav û zimanê wê yên perwerdê ji aliyê qeyûm ve hat guhertin. Malbatan bertek nîşanî vê guherînê da û gotin: “Em zarokên xwe nakin amûrê van polîtîqayên asîmîlasyonê.”
*Li Heskîfê zarokê bi navê Îsa yê 13 salî havînan rehberiyê dike û lêçûna dibistana xwe qezenc dike. Îsa ji ber Heskîf di bin avê de dimîne xemgîn e û diyar dike ku sîstem dixwaze gel neçar bihêle. BI DÎMEN
*Xwişka fermandarê Herêma Cendermeyan ê Amedê Bahtiyar Aydin ku di komkujiya Licê de hat kuştin, daxwaza edeletê dubare kir û got: “Derbarê mirina birayê min de tiştekî rast ji me re negotin. Ez wisa bawer dikim ku birayê min ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hatiye kuştin.”
*Li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her roj tiştekî nû zêde dibe û me pêkanîna cil û bergan a ji rojevê nakeve ji gel pirsî. Jinên Amedê wiha got: “Zarokên me pêkanîna yek tîp cil û bergan qebûl nakin. Divê em li dijî vê pêkanînê bêdeng nemînin.”
*Hilweşandina ku li taxên Lalebey û Alîpaşa yên Sûrê hatiye destpêkirin berdewam dike û bertekên gel ên li dijî vê hilweşînê jî berdewam dikin. Ayşan Dun a ku li taxa Alîpaşayê dijî ji bo ku xaniyê wê neyê hilweşandin diyar kir ku wê serî li DMME'yê daye û hîn jî tû bersiv negirtiye.








