Li Tersûs'ê serîhildana jinan grêva birçîbûnê bi dawî kir
- 16:54 27 Îlon 2017
- Rojane
EDENE- Jinên li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Tersûsê ku ji bo hinek mafên xwe bi dest bixin, ketibûn grêva birçîbûnê, ji ber ku îdareya girtîgehê hinek daxwazên wan bi cih anî, çalakiya xwe bi dawî kirin.
Ji ber binpêkirina mafan û danûstandina ne baş li Girtîgeha Jinê ya Tersûsê 15'ê Tebax'ê jina dest bi grêva birçîbûnê kirin, ji ber ku hinek daxwazên wan bi cih hat çalakiya grevê bi dawî kirin.
Li gor agahiyên ji parêzerên girtiyan hat girtin, daxwazên ku di hevdîtinê de hatine pejirandin ev in:
- Pêkhatina têkiliya di navbera girtiyan de.
- Guhertina qowişên di navbera girtiyande
- Mafê kirina werzîşê
- Mafê pirtûkxaneyê
Hat eşkerekirin ku ev çar roj e li girtîgehê av ji kaniyan nayê.








