Şervanên YPJ'ê: Em ê tekoîna xwe bilind bikin û jinan ji zilm û koletiya DAÎŞ'ê xelas bikin

  • 15:38 27 Îlon 2017
  • Rojane
Civîn Husên
 
QAMIŞLO- Şervanên Yekîneyên Parastina Jin YPJ'e  ên nû dan diyarkirin ku  ji bo jin dibin zilma DAÎŞ'ê de nemînin ew ê  heta dawî tekoşîn û berxwedanê bikin.
 
Jiyana herî bi wate, bi nirx, û pîroz di nava Şervanên YPJ'ê de tê jiyîn.  Ji ber bi armancek  pîroz tevlî nav refên YPJ'ê bûne, tenê dixwazin jinan ji zilm, êş, işkence, zoredarî, bindestî, koletiyê rizgar bikin . Têkldarî mijarê şervanên YPJ'ê ku dewereya xwe ya şehîd Hebûn li Akedemiya Şehîd Nejîbr bi dawî kirin berxwdan û tekoşîna ji bo rizgarkirina tevahî jinan di şexsê YPJ'ê de dibînin.
 
Şervana YPJ'ê Ronî Qamişlo anî ziman ku ew di 13'ê  Tebaxa 2017'an de tevlî dewreya Akedemiya Şehîd Nejbîr, dewreya şehîd hebûn bû ye û wiha got: "  Perwerdeya ku me dît zêdeyî 45 rojan dewam kir û perwerde di aliyê leşrkerî, birdozî û tevahî beşên jiyanê de bû. Gelek dersên balkêş hebûn wek şerê tayîbet, şoreşa Rojava,  şensekî me pir mezin hebû ku em rastiya xwe nas bikin û tekoşînê ji bo wê bikin."
 
Ronî di berdewamiya axavtina xwe de wiha  got: " Mirovê  bê welat wê bê nasname be jî.  Bi fikir û ramanê Rêberê PKK'ê Ebdullah Ocelan  û li ser şopa jinên Tekoşer ez ê berxwedana xwe dewam bikim.  Ji bo ku cîhan gelê kurd û îradeya jinên kurd nas bikê, û em azad bijîn. baweriya min heye ku wê gelek jin rêya mirovahiyê û azadiyê ku me hilbajartiyê wê ew jî werin ser vê rêyê."
 
Rêvan Terbespiyê jî wiha got: " 45 rojên min di perwerdeya Akademiyê de derbas bûn em me li ser bîrdozî û xebata leşkerî perwerde dît. Dersên herî bala min kişandin rastiya serokatî, dîroka Kudistanê û dîroka jinê bû."
 
Şervana Ereb Jîn Qamişlo jî derbarê tevlîbûna xwe ya nava refên YPJ'ê de wiha dibêje:" Tevlîbûna min  ew bû ku tevahî cîhan îradeya jinê nasbike,  wê qels nebîne û em karîbin jinan ji zilm û koletiya ku li ser wan tê meşandin rizgar  bikin. Ji dewletên derve jî jin tên tevlî nav refên YPJ'ê dibin. Ez ê heta dawiyê têkoşînê bidim  ji bo tevahî jinan ji zilma DAÎŞ'ê xelas bikim. "