Dewreya 29 şervanên YPJ'ê bi dawî bû
- 10:22 27 Îlon 2017
- Rojane
QAMIŞLO- 29 şervanên nû yên yekîneyên parastina Jinan (YPJ) dewreya xwe ya leşkerî û bîrdozî bi dawî kirin.
Aqademiya Şehîd Nejbîr ya YPJ'ê li Bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê dewreya 29 şervanên YPJ'ê bi dawî kir. Dewreya bi navê Şehîd Hebûn 45 rojan dewam kir û di nav de dersên birdozî, jiyanî, leşkerî hatin dayîn.
Merasîmên leşkerî bi amadebûna fermandarên YPJ'ê Rojda Heleb, her wiha Evîndar Dînêz û hevalên YPJ'ê hat li darxistin.Li cihê merasîmê wêneyên Rêberê PKK'ê Ebdullah Ocelan, alên YPJ/YPG'ê, wêneyên berxwedêrên jiyan xwe ji dest dabûn hatibûn daleqandin. Di serî de merasîma erasîma leşkerî hat lidarxistin û paşê Fermandara YPJ'ê Rojda Heleb axivî. Rojda diyar kir ku piştî perwerdeya 29 şervanan li her çar parçeyên Kurdistanê ji aliyê bîrdozî û leşkerî erkeke mezin ket ser milê wan.
Rojda bilêv kir ku bi saya jinên têkoşeran wê azadiya Rêber Apo nêzîktir bibe û ev tişt got: "Şehîd Hebûn ku ev dewre bi navê wê hatiye li darxistin ji yekemîn jinên ereb ên destpêkê ku tevlî nav refên YPJ'ê bûbû û di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dabû. Her 29 heval wê bi tekoşînek û berxwedanek mezin tevlî nav xebatê bibin. Ev heval piştî ku dewre bi dawî bibe wê biçin ser erka xwe."
Paşê nasnameya YPJ'ê pêşkêşî şervanên nû yên YPJ'ê hat kirin û şervanên nû sonda leşkerî xwarin. Merasîm bi stranên Koma Çanda Şoreşê û bi govenda Şervanên jin bi dawî bû.








