Di 15 salan de pergala perwerdê 6 caran hat guhertin

  • 09:43 27 Îlon 2017
  • Rojane
Duygu Erol
 
ENQERE - Desthilatdariya AKP’ê ji bo nifşê oldar bigihîne  her tim di pergala perwerdê û mifredatê de guherînan dike.  Ji sala 2002’an heta niha 6 caran di pergala perwerdê de guherîn hat kirin û di sala perwerda 2017-2018’an de jî mifredat hat guherîn û bi talîmata Serokomar ezmûna TEOG’ê hat rakirin.
 
Di dema desthilatdariya AKP’ê ya 15 salan de 6 Wezîrê Perwerdê (MEB) hat peywirdar kirin.  Her yekê rê û rêbazên cuda pêk anîn.  Lê yekane xala wan ya hevpar hebû ku nifşekî ‘kîndar û oldar’ biaifirînin.  Mifredat bi tevahî hat guhertin.
 
Lîseyên li taxan bûn wek Lîseyên Îmam Hatîbê dest bi perwerdê kirin û di mifredatê jî guherînên mezin hatin kirin. Ji bo nifşekî ‘oldar, ‘kîndar’, ‘paşverû’ û ‘cîhadî’ bê afirandin pêngavên yekem hatin avêtin. Bi weqfa Ensar û Cemiyeta Belavkirina Îlmre  û gelek saziyên perwerda olî didin re protokol hat îmzekirin.
 
Gotinên wezîrên perwerda neteweyî
 
Her wezîrê perwerdê yê bi hikûmetên nû re hatin pergala perwerdê guhertin.  Wezîrê Perwerdê yê yekem yê AKP’ê Erkan Mumcu  gotibû : ‘Em perwerdê ji kokê biguherin. Em pergalê diguherin’.  Gotinên wezîrên din wihane:
 
Huseyîn Çelîk: Pergala berê bi pirsgirêk e. Em pergalê diguherin.
 
Nîmet Çubukçu: Perwerde girîng e. Em pergala berê diguherin.
 
Omer Dînçer: Pergalek wisa nabe. Em pergalê diguherin.
 
Nabî Avci: Pergal bi pirsgirêk e, Em diguherin.
 
Îsmet Yilmaz: Ma pergalek wisa dibe? Em di pergalê de guherînên mezin dikin.