Li pey dayika Guzel şemiya yekem

  • 09:23 27 Îlon 2017
  • Rojane
Zulal Koçer
 
STENBOL - Guzel Şahîn a bi salan bi berxwedana xwe di hişan de cih girt yekem car Mirovên Şemiyê bê Guzelê man. Mirovên Şemiyê Guzel a bi salan bi hev re li Qada Galatasarayê runiştin, vegotin û diyar kirin ku ew dayika Guzel vebêjin wê kêm bimînin û divê ew bê jiyîn.
 
Qada Galatasarayê vê hefteyê sêwî ye.  Guzel Şahîn ji sala 1995’an heta niha ji bo hesabê wendayan bigpirse li Qada Galatasareyê piştgirî dida çalakî yên Dayikên Şemiyê.  Ew bi xwe ne xizma wendayan bû lê kurê wê di bin îşkenceyê de hatibû qetilkirin, zilm dîtibû û li dijî zilmê bêdeng nemabû. Guzelê di 20’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da.
 
Vê hefteyê li şûna Guzelê kesên din wêneyên kurê wê Suleyman Cîhan hildan. Hevalên wê têkoşîna Guzelê vegotin.
 
‘Dayika min a xweşik bû’
 
Xwişka Metîn Goktepe, Meryem Goktepeyê got: “Ew bi her tiştê xwe dayika min a xweşik bû. Bi sekin, têkoşîn û berxwedana xwe.  Ez nizanim me hev çawa nas kir. Wekî her tim di jiyana min de hebû.
Meryemê di berdewamiyê de da zanîn ku ew havînê bi hev re çûne Dêrsîmê û got Meryem wek xezala Dêrsîmê bû.Meryemê got: “ Her kesê li qadê ji ber nebûna Guzelê xemgîn e. Ev qad bê wê kêm maye. Ger em têbikoşin wê dayika Guzel bê jiyîn. Em niha me dibîne.”
 
Şehrîban Duzgunoglu jî destnîşan kir ku tevî Guzel di civakek feodal de jiyabû pêşenga jinan bû û cesareta wê gelek mezin bû û tevî temenê xwe yê mezin têkoşînek mezin daye.