Malbata Nuriye û Semîh:Ji vê mudaxeleya bi darê zorê îktîdar berpirsiyar e!

  • 15:52 26 Îlon 2017
  • Rojane
ENQERE - Malabta Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku derbarê rewşa wan de daxuyanî dan, diyar kirin ku tişta hat jiyîn ti ti eleqeay wê bi hiqûqê re nîne û anîn ziman ku bi darê zorê mudaxeleya tibbî li Nuriye hatiye kirin. Malbatan ragihand ku mudaxeleya bi darê zorê ya li kesên di greva birçîbûnê de hetanî niha enacamên neyînî derxistin holê û ev tişt gotin: "Ji tişta bê serê Nuriye û Semîh îktîdar berpirsiyar e." 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye û Semîh ên ku bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) ji karên xwe hatin avêtin di roja 202'yemîn de berdewam dike.  Lê Nuriye duh di saetên şevê de ji Nexweşxaneya Kampusê ya Girtîgeha Sîncanê hat girtin û ew rakirin Nexweşxaneya Nimûne ya Nimmûneyê. Nuriyeya ku ew rakirin beşa nexweşiyên giran bi tena xwe dimîne û refeqadtvana wê û parêzerên wê jî nagirin cem wê. Nuriye ya ku bi tena ser êxwe li nexweşxaneyê tê girtin dermankirinê qebûl nake.
 
Malbata Nuriye û ya Semîh ku derbarê bûyerê de daxuyanî dan diyar kirin ku tişta hatiye kirin ti eleqeya wê bi hiqûqê re  tune ye û bi darê zorê mudaxeyleya tibbî li Nuriyeyê hatiye kirin. Malbatan anîn ziman ku ji tişta bê serê Nuriye û Semîh îktîdara heyî berpirsiyar e.
 
Doktor got; 'Wekî min û te diaxive' 
 
Di daxuyaniya malbatan de wiha hat  gotin: "Li gorî agahiya ku ji parêzerên Nuriye hat girtin ku li ser axaftina doktor dan hat aşkerakirin ku doktor diyarkiriye 'wekî min û te diaxive' û got ku hişê wê jî li serê wê ye. Her wiha li gorî ku doktor ragihandiye jî tu mudaxele nehatiye kriin.
 
'Ewlehiya zêde li ji edliyeyê re tune,  ji nexweşxaneyê re heye'
 
Di îdianameya Nuriye û Semîh de ti tiştekî ku wan bide girtin tune ye ji ber wê jî wan ji dadgehan direvînin ji bo ku neyên tehliyekirin. Hem wan direvînin û hem jî parêzerên wan digirin navê vê dikare bibe darizandin? Ji bo ku Nuriye û Semîh bînin dadgehê bi sedan polîsên hêza çevîk  anîn adliyeyê. 
 
'Kesên jiyana xwe ji dest dan hene' 
 
 Di encma mudaxeleya li greva birçîbûnê de li welatê me gelek kesî jiyana xwe ji dest daye heta roja îro û 600 kes jî seqet maye. Ji tişta bê serê Nuriye û Semîh ktîdara heyî ya AKP'ê