Jinan ji bo doza Şengul a ku hat qetilkirin banga tevlibûnê kir

  • 13:46 26 Îlon 2017
  • Rojane

STENBOL - KESK'ê ji bo doza  Endama Egitîm - Sen'ê Şenggul Karaca  ku ji aliyê Hasana Aydin ve hat qetilkirin ku wê îro bê dîtin bi dirûşma "Em ji bo Şengul Karaca lêgerîna xwe ya edaletê berdewam dikin" banga tevlibûnê kir. 

 
Doza derbarê qetilkirina Endama Egitîm - Sen'ê Şengul Karaca de ku ji aliyê Hasan Aydin ve ji avahieyek 3 qat de hatibû avêtin û jiyana xwe ji dest dabû wê îro li Edliyeya Çaglayanê bê dîtin. Rêveberiya Demî ya Platforma Şaxên Keskê ya Stenbolê ku derbarê qetilkirina Şengulê û doza wê ya wê bê ditin de daxuyanî da wiha got: "Em Şengul bi bîr tînin û ji bo wê lêgerîna edaletê berdewam dikin."
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de banga tevlibûna dozê li jinan hat kirin û wiha hat gotin: "Ji bo ku em bibêjin 'edaleta mêr û em edaleta rastyeqîn dixwazin' em bang li hemû jinan dikin ku tevli doza derbarê qetlikirina Şengul Karaca ya wê li Çaglayanaa Stebbolê li 31'emîn Dadgeha Cezayê Giran bê dîtîn bibin."