Li Dêrsîmê piştî şewatan: Em li dijî vê zîhniyetê bibin yek

  • 09:31 26 Îlon 2017
  • Rojane
Melîke Aydin
 
DÊRSIM - Geliyê Munzurê ya divê di lîsteya mîrateya cîhanê de cih bigire ev du mehe bi hinceta operasyonan tê şewitandin. Zercan Keskînê bertek nîşanê şewitan da û wiha got: “Yên Dêrsîmê dişewitînin û li Enqereyê definkirina cenazeyên me asteng dikin heman zîhniyete. Divê em li dijî vê zîhniyetê bibin ye.
 
Geliyê Munzurê li aliyekî bi çêkirina HES’an tê tinekirin, aliyê din jî ev du mehe bi hinceta operasyonan tê şewitandin.  Nahêlin gel û hawirdorparêz jî mudaxaleyên şewatan bikin.  Di şewatan de bi sedan hektar qad şewitîn. Nebatên endemîk û cureyên sewalan hatin qetilkirin.  Her çiqas niha şewat hatibin temirandin jî, gelê Dêrsîmê dîsa bi fikarin ku şewat derkeve.
 
Di rojên borî de şewat gihişt heta gundê Dest a Dêrsîmê.  Zercan Keskînê bertek nîşanê şewatê da û  da zanîn ku zîhniyeta ku  li Enqereyê definkirina cenazeya Hatun Tuglukê astengkirine bi zîhniyeta ku Dêrsîm şewitandiye re hemane.
 
‘Bila xizir bibe alîkarê ciwanên me’
 
Zercanê daxuyakirin ku dewlet zextxwire û wiha got: “Di salên 38’an û 90’î de jî heman polîtîka meşandin. Di salên 90’î de koçberî ferzkirin.  Ev hefteyeke jin, mêr, ciwan, kal û pîr seferbûne û hewl didin şewatê bitemirînin.”
 
Zercanê bi lêv kir ku şevên ku operasyon tinebe daristanan didin ber agir û ev tişt anî ziman: “Xizir bibe alîkarê ciwanên me.  Niha bila nexe destê dijiminan. Wijdana van tine. Niha me ji gundê me dikin der.  Daristanên me dişewitînin. Me didin ber agir.
 
‘Çima daristanên me dişewitînin’
 
Zercanê di dawiya axaftina xwe de got ji ber qerekola di têketina gundê Deştê de ne bi fikarin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kes ji tirsan nekari bikeve daristanan. Nekarin derkevin derve. Di gund de qerekol heye. Her tim êrîşê me dikin.  çima daristanên me dişewitînin.  Divê em li dijî vê zîhniyetê bibin yek.”