Koçberên Dêrazorê: Êdî şervanên QSD'ê hêviyên me zindî dikin
- 09:05 25 Îlon 2017
- Rojane
Sorgul Şêxo
DÊRAZORÊ - Jinên ku ji çeteyên DAÎŞ'ê û hêzên rêjîmê xilas bûn spasiya QSD'ê kirin û bang li rêxistinên mafê mirovan kirin ku alîkariya koçberan bikin.
Pêngava Bagera Cizîrê 13 roj li pey xwe hiştin û bi hemû dijwariya xwe didome. Şervanên ku bi lez pêş dikevin, di heman demê de bi hezaran sivîl rizgar kirine û gihandine cihên ewle. Îro jî şervanan derdora 250 sivîlên ji gundê Hilû û Begara yê nû ku dikeve derdora Dêra Zorê rizgar kirin. Sivîlên ku ji mirinê rizgar bûne spasiya Meclisa Dêra Zorê ya Leşkerî û hêzên QSD'ê dikin û bang li rêxisitinên mirovî yên alîkariyê kirin ku bi erka xwe ya mirovî rabin û alîkariya koçberan bikin. Jinên ku hatin rizgarkirin jî kêfxweşiya xwe ya azadiyê anîn ziman.
Fatma Xelef jî yek ji van jinên ku piştî xwe gihandiye şervanên QSD'ê hatiye rizgarkriin e. Fatma ku çeteyên DAÎŞ'ê û rêjîma Baas ew girtibûn wiha bahsa xwe kir: "Çeteyên DAIŞ û rêjîma Baas bi tang û topan, hawan û balafiran êrîşî me dikirin, êdî me nedizanî ku em û zarokên xwe bi ku ve biçin. Ev du roj in em di rê de ne bê xwarin û vexwarin. Niha zarokên me hemû birçî ne. Em bi tena cilê xwe derketin me dixwest ku tenê em xwe ji wan hovan rizgar bikin. Gundê ku em lê dijiyan, çeteyên DAÎŞ'ê serweriya wê dikirin. Çeteyan bi darê zorê cilên reş li me kirin. Ji me re gotin ger ku hûn li xwe nekin em ê destdirêjiya we bikin. Jiyan li me heram kiribûn. Ez niha gelekî kêfxweşim ji ber ku êdî derfet çêbû ku dîsa em malbatên xwe bibînin û bi wan re rojên xweş bijîn. Ji ber ku em êdî azad in wekî ku em ji nû ve ji dayik bûne. Em bang li hêzên QSD'ê û Meclisa Dêra Zorê ya Leşkerî dikin ku hemû jinan rizgar bikin."
'Çete destdirêjiya jinan dikin'
Dûaa Elwan yek ji dayîkên ku tevî zarokên xwe, xwe gihandiye şervanên QSD'ê ye. Dûaa wiha dibêje: "Ez li gundê Cedîd dijiyam, gundê tev bi ser hev de anîn xwarê. Çeteyên DAÎŞ'ê û rêjîma Baas bi top û çekên xwe yên herî giran êrîşî me kirin. Me nedizanî ku em bi ku ve biçin. Em pir meşiyan heya ku dawî me xwe gihand hêzên QSD'ê. Em êdî aşîtiyê dixwazin. Divê ku jin êdî werin rizgarkirin, ji ber ku DAÎŞ îşkenceyên herî giran û destdirêjiyê li jinan dike."
'Mirovahî li ku ye'
Xedîca Hisên ya ku ji Dêra Zorê ye jî wiha behsa zilma çeteyan kir: "Her roj top bi ser serê me de dihatin xwarê, me pir zehmetî kişand. Ji ber ku min nû lingê xwe emeliyat kiribû û ez du saetan li ser meşiyame, niha rewşa min a tendirustî ne baş e. Ne derman û ne jî doktor man, hemû reviyan û yên mayî jî bi destê DAÎŞ'ê hatin kuştin. Gelo mirovahî li kuderê ma?" Xetîceyê di berdewamiya axafitna xwe de got ku ev du sal in wê malbata xwe ya ku niha li bajarê Hesekê dijî nedîtiye û herî dawiyê wiha got: "Em spasiya hêzên QSD'ê dikin ku em rizgakirin û hiştin dîsa piştî du salan ez malbata xwe bibînim. Hêzên QSD'ê hêviyên me ji nû ve zindî kirin. Bila rêxistinên alîkariyê jî bi erka xwe rabin û alîkariyê pêşkêşî koçberan bikin."








