YPJ: Em di entegrasyonê de mîna hêzeke xweser cih digrin

  • 12:11 20 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - YPJ’ê di daxuyaniya têkildarî pêvajoya entegrasyonê de ragihand ku di nîqaşên têkildarî pêvajoya nû de, ew wekî hêzeke xweser cih digirin û bingeha wan, parastina destkeftiyên jinan e.
 
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) derbarê geşedanên dawî û pêvajoya entegrasyonê de daxuyaniyek belav kir. YPJ'ê destnîşan kir ku di hemû nîqaşên li ser avaniya nû de, parastina nasname, ezmûn û destkeftiyên jinan, bingeha wan a sereke ye.
 
YPJ’a ku di têkoşîna li dijî terorê û parastina nirxên mirovahiyê de xwedî rolek û seqamgiriyeke girîng e, xelkê herêmê û raya giştî derbarê pêvajoya nû de agahdar kir.
 
Di daxuyaniya YPJ'ê de hat diyarkirin ku di çarçoveya hewldanên ji bo pêkanîna aramiya herêmê û avakirina paşerojeke bi ewle de, nîqaş û nirxandinên li ser pêvajoya entegrasyonê berdewam dikin. YPJ’ê aşkera kir ku di vê pêvajoyê de YPJ wekî hêzeke xweser û taybet cihê xwe digire.
 
‘YPJ sembola îrade û keda jinê ye’
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye, di heman demê de sembola îrade û keda jinê ye jî. Ji ber vê yekê hat gotin ku derbarê hûrgiliyên beşdarbûnê û rola YPJ’ê ya di avaniya nû de, li ser bingeha parastina nasname, ezmûn û destkeftiyên jinan, nîqaşên berfireh berdewam dikin.
 
Di dawiya daxuyaniya xwe de YPJ’ê teqez kir ku di her gavê de xeta wan a sereke, parastina destkeftiyên gel û mafên rewa yên jinan e û hat ragihandin ku encamên van nîqaşan dê di demên pêş de bi zelalî bi raya giştî re bên parvekirin.