Saziyên çapemeniyê dê li hember sansurê dakevin qadan

  • 10:57 20 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên çapemeniyê yên Kurdistan û Tirkiyeyê dê li hember sansur û êrîşên li ser çapemeniyê derkevin qadan.
 
Di demên dawî de li ser Çapemeniya Azad û çapemeniya muxalîf a Tirkiyeyê sansur û astengkirinên zêde pêk tên. Sazî û dezgehên çapemeniyê dê di 24ê cotmehê de li hember van pêkanînan li gelek bajaran dakevin qadan. Li gor daxuyaniya Komeleya Rojnemevanên Dîcle û Firatê (DFG) di hesabê xwe yê X'ê de belav kiriye dê li bajarên Amed, Stenbol, Wan, Enqere, Edene, Antalya û Eskîşehîrê daxuyanî werin dayîn û çalakî werin lidarxistin.
 
Daxuyanî û çalakiyên werin kirin dê di pêşengiya DFG, TGS, Cemiyeta Rojnemevan a Tirkiyeyê û Çapemeniya DÎSK'ê de werin lidaxistin.