Salvegera damezrandina Pirtûkxaneya Jinên Kurd hat pîrozkirin
- 14:35 24 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd li Silêmaniyê merasîmek ji bo sêyemîn salvegera damezrandina xwe li darxist. Di merasîmê de rola Nagîhan Akarsel a ji bo avakirina navendê hat nirxandin.
Îro li Silêmaniyê Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd bi wesîleya sêyemîn salvegera damezrandina xwe merasîmek lidarxist. Di merasîmê de gelek çalakvanên jin, nivîskar, nûnerên saziyên cûda û şandeya KNK’ê amade bûn.
Merasîma ku bi dirûşma ‘Bi pirtûkek jinan beşdarbe û pirtûkek din hilbijêre’ hat lidarxistin de, beşdarvanan pirtûkên xwe pev guhertin.
Beşdarvanên merasîmê pîrozbahî li rêveberî û endamên navendê kirin, hêviya berdewamiya kar û çalakiyên rewşenbîrî û lêkolînan jêre xwestin.
Têkildarî damezarandina navendê Nivîskar Fewziye Salih axivî û got: “Ew kesên ku xemxwerên doza jin bûn, bi hestkirina bi pêwîstiya serdemê rabûn û ev navend avakirin. Armanca wan ya avakirina vê navendê ew bû ev navend di xizmeta jinan de be û daku di berfirehkirina rol û tevlîbûna jinan a di warên rewşenbîrî û wêjeyî de bibe alîkar.”
Fewziye Salih balkişand li ser rola Şehîd Nagîhan Akarsel a di avakirina navendê de jî û got: “Şehîd Nagîhan yek ji wan xemxwerên doza jin bû, bi pênûs û nivîsên xwe karî cihek taybet dinava civakê de bidestbixîne.”
Her wiha Fewziye Salih da diyarkirin ku pirtûkên vê navendê di mijar û warên cuda de hatine komkirin û ew kesên ku dostên jin, zanist û rewşenbîriyê bûn, bi bexşandina pirtûkên xwe navend dewlemend kirine.
Nivîskar Fewziye Salih bang li jinan kir ku serdana navendê bikin daku sûd ji çavkaniyên pirtûkan wergirin û got: “Bi xwendin û zanyariyan dikarin asta hişyarî û têgihiştina xwe bilind bikin. Bi vê zanebûna xwe dikarin nifşek perwerde bikin ku ew nifş di xizmeta civakê de bin.”
Hêjayî gotinê ye di 24’ê Hezîrana 2023’yan de yekem Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd li Silêmaniyê ji aliyê nivîskarên jin yên her çar beşên Kurdistanê ve hat vekirin. Fikra damezrandina vê navendê jî ya Şehîd Nagihan Akarsel bû ku rolek sereke di avakirina wê de girt ser xwe.
Navend ji çend beşên wekî; Arşîv, Lêkolîn, Dijîtalkirin, pirtûkxane, beşa huner û lêkolînan û beşek jî ji bo komkirina wan lêkolîn û nivîsên ku ji aliyê jinan ve hatine nivîsandine.







