Jineke Kurd bû şampiyona Iraqê

  • 13:51 21 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina Êzidî ya Kurd Cîlan Caror di 6. Şampiyoniya Vekirî ya Iraqê ya Giran Hilgirtinê de, bû yekemîn û madalyeye zêr qezenç kir.
 
Di 6’emîn Dema Şampiyoniya Vekirî ya Iraqê ya Giran Hilgirtina Jinan de ku li bajarê Dihokê hate lidarxistin, jina Kurd a Êzidî Cîlan Caror bû yekemin û medalyaya zêr bi dest xist.
 
Cîlan Caror Krêt ku xelka navçeya Şêxan a ser bi parêzgeha Dihokê ye, di lîstika giran hilgirtinê de karî giraniya 240 kîlogram hilde.
 
Cîlan Caror Krêt di vê pêşbirkê de hevrikiya zêdetirî 20 lîstikvanên din dikir ku ji herêmên cuda beşdar bibûn. Cîlan Caror Krêt bi vê serkeftinê, ji bo werza duyemîn a li pey hev sernavê şampiyoniya Iraqê di vê cûre werzişê de ji bo xwe misoger kir.
 
Bi destxistina vê medalyaya zêr û hildana vê giraniyê, weke destkeft û serkeftineke mezin ji bo jina Kurd û bi taybetî ji bo civaka Êzîdî tê dîtin. Tevî astengiyan, serkeftin û hêza jinan ya di qadên werşîzî de dewam dikin.