Derket holê Aysel Yildirim hatiye kuştin
- 13:49 21 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Meletîyê Aysel Yildirim a ku di 19'ê Adarê de winda bûbû, derket holê ku hatiye kuştin.
Li Meletiyê di 19'ê Adarê de jina bi navê Aysel Yildirim winda bûbû û agahî jê nedihat girtin. Derket holê ku Aysel Yildirim hatiye kuştin. Wezîrê Dadê Akin Gurlek li ser hesabê X yê daxuyanî da û diyar kir ku têkildarî bûyerê 4 kes hatine binçavkirin. Wezîr Akin Gurlek da zanîn ku ji bo cenazeyê Aysel Yildirim bê dîtin xebatên wan didomin.








