Ji Şaredariya Rêya Armûşê ‘Bîstanê Jinan a Komun’
- 20:57 4 Hezîran 2026
- Rojane
WAN - Li Bistanê Jinan a Komûnê ku ji aliyê Şaredariya Rêya Armûşê ve di sala 2024’an de hatiye avakirin, çandina şitilan dest pê kir.
Li Bîstanê Jinan a Komûnê ya ku di sala 2024’an de ji aliyê Şaredariya Rêya Armûşê ve bi boneya Roja Dayikan li Taxa Hatuniyeyê hatibû avakirin, xebatên çandiniyê yên îsal dest pê kirin. Li bîstanê ku li ser qadeke nêzî 1,7 donimî ye, bi mebesta ku jin çanda hilberîna hevpar û piştgiriyê mezin bikin, şitilên yekem hatin çandin. Di çarçoveya xebata ku bi hevkariya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan û Weqfa Pêşvebirina Çavkaniyên Mirovan (İKGV) tê birêvebirin de, îsal 10 jinên penaber jî dê li bîstan hilberînê bikin. Endamên meclîsa jinan beşdarî xebatên çandina şitilan bûn.
Li bîstanê ku bi têgihîştineke komûnal çandinî lê tê kirin, dê li gorî prensîbên çandiniya ekolojîk hilberîn were kirin. Li bîstan berhemên wekî bacanên sor, bacanên reş, xiyar, îsot, gundor û zebeş werin çandin.a







