Li Erdîşê bernameyên Cejna Zimanê Kurdî dest pê kirin

  • 18:40 20 Gulan 2026
  • Rojane
WAN - Saziya Zimanê Kurdî ARSÎSA ya ku li navçeya Erdîşa Wanê xebatên zimanê Kurdî dimeşîne, di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dest bi çalakiyên ku dê 5 rojan bidome kir.
 
Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA) ku li navçeya Erdîşê ya Wanê xebatên çand û ziman dimeşîne, bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dest bi çalakiyên ku dê 5 rojan bidome kir. Di çalakiya ku li Parka Millet a navçeyê hat lidarxistin de, pankartên “Zimanê me rûmeta me ye”, “Ziman xeta me ya sor e” û “Em perwerdehiya bi Kurdî dixwazin” hatin daliqandin.
 
Hevseroka DEM Partiyê Wanê Gulşen Kûrt di çalakiyê de axivî û bal kişand ser polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser zimanê kurdî û diyar kir ku divê li dijî van polîtîkayan têbikoşin.
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Wanê Cemal Demîr jî da zanîn ku divê di her qada jiyanê de bi Kurdî bê axaftin û got, “Heke neyê axaftin zimanê me dê winda bibe.”
 
Piştî axaftinan, jinan li ber klaman destar zivirandin. Bername bi gerandian govenda li ber klamên jinan bi dawî bû.