Xwişkên rojnamevan Elahe û Elaz Mihemedî xelata wêrekiyê wergirtin

  • 14:06 15 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Navdewletî ya Medyaya Jinan (IWMF) serkeftiyên 37’emîn Xelata Salane ya Wêrekiya di Rojnamevaniyê de ragihandin. Di nav lîsteya xelatgiran de navê du xwişkên rojnamevan ên girtiyên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Elahe û Elnaz Mihemmedî jî hene.
 
Saziya Navdewletî ya Medyaya Jinan (nternational Women’s Media Foundation-IWMF) derbarê serkeftiyên 37’emîn Xelata Salane ya Wêrekiya di Rojnamevaniyê de agahiyan belav kir.
 
IWMF ragihand ku rojnamegerên jin ên ji Îran, Myanmar, Fîlîpîn û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji ber raporkirina nûçeyan di nava dilê metirsiyan de û ji ber eşkerekirina rastiyan di şert û mercên dijwar de, wekî serkeftiyên vê xelatê hatine destnîşankirin.
 
Li gorî raporê, ji Îranê girtiyên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ rojnamevanên bi navê Elahe û Elnaz Mihemmedî ku xwişkên hevin, li gel Georgia Fort ji Amerîkayê û Nay Min Ni ji Myanmarê, ev xelata cîhanî wergirtin.
 
Hêjayî gotinê ye ku Elahe Mihemedî ya nûçegihana rojnameya Ham Mîhan, piştî raporkirina merasîma veşartina Jîna Emînî li bajarê Seqizê di dema şoreşê de hatibû girtin û 17 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
 
Her wiha xwişka Elahe Mihemedî, Elnaz Mihemedî jî ku sekretera beşa civakî ya heman rojnameyê ye, ji ber raporkirina şoreşê hate girtin û sê sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.
 
Her du xwişk heta niha gelek caran ji bo Wezareta Îstîxbaratê hatine gazîkirin. Cara herî dawî, dest danîn ser hemû hemû amûrên wan ên elektronîk wek telefon û laptopan. Lê tevî van hemû zextan jî, her du xwişk li ser berdewamkirina karên xwe bi biryarin.
 
Xwişkên Elahe û Elnaz Mihemedî beriya niha demekê ji aliyê Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) ve jî ji bo xelata salê hatibûn berbijêrkirin. Ev yek nîşaneya dengvedana cîhanî ya têkoşîna rojnamevanên Îranî ya di xebata ji bo azadiya ramanê de ye.