Li gumanbarê ku jin û zarok qetil kiribû du caran cezayê muebetê hat xwestin
- 19:36 8 Gulan 2026
- Hiqûq
EDÎRNE – Li Edîrneyê gumanbar Omer Gokhan Alaci, Dîdem Ors Alaci ya pê re zewicandî û kurê xwe Doruk Kaan Alaci qetil kiribû. Der barê gumanbar de du caran cezayê muebeta giran hat xwestin.
Li Edîrneyê gumanbar Omer Gokhan Alaci, Dîdem Ors Alaci ya pê re zewicandî û kurê xwe Doruk Kaan Alaci qetil kiribû. Di doza ku gumanbar dihat darizandin de mutala hat aşkerakirin. Gumanbar bi SEGBÎS’ê tevli runiştina li 2’emîn Dadgeha Ceza Giran a Edîrneyê bû.
Serdozgerê komarê mutala xwe de der barê gumanbar de du caran cezayê meubeta giran daxwaz kir.
Parêzerên gumanbar li dijî mutala dozger dem xwestin.
Heyeta dadgehê runiştin taloq kir.







