Yekîtiya Jinên Iraqê piştgirî da têkoşîna li Rojava û Sûriyeyê

  • 16:04 29 Nîsan 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgira Seroka Yekîtiya Jinên Iraqê Suheyla Esem ragihand ku tevî hebûna tundî û bêîstîkrariyê, li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, jin ji bo bidestxistina mafên xwe di nav têkoşîn û berxwedanê de ne. Suheyla bang li jinan kir ku dev ji daxwazên xwe bernedin û destnîşan kir ku hêza wan di yekîtiya wan de ye.
 
Cîgira Seroka Yekîtiya Jinên Iraqê Suheyla Esem, derbarê rewşa jinan ya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de, daxuyaniyek belav kir.
 
Suheyla Esem diyar kir ku tevî tundûtûjî û bê îstîkrariyê, jinên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji bo bidestxistina mafên xwe di nava xebat û berxwedanê de ne. Suheyla Esem got ku bivê re, hewildanên wan ên ji bo beşdarbûna di parastina aştiyê de zêde bûne.
 
Suheyla Esen di dewamê de got: ‘‘Rewşa jinên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dikare wekî berxwedêr bê pênasekirin, ji ber ku ew tevî kuştin, revandin, tundûtûjiya zayendî û hejariyê, hîn jî wekî stûna sereke ya malbatên xwe mane û barê giran ê peydakirina debarê û xwedîkirina zarokan girtine ser milên xwe. Jinên Sûriyeyê ji ber nebûna derfetên xwendinê, kar û diyardeya zewaca pêşwext dinalînin. Ji ber vê yekê pêdivî ye ku parastina qanûnî ji bo jinan bê dabînkirin û bi awayekî rastîn di navendên biryardanê, pêvajoya siyasî û nivîsandina destûrê de cih bigirin.’’
 
Suheyla Esem herî dawî jî ev bang li jinên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê kir: ‘‘Dev ji daxwazên xwe bernedin û ji bo avakirina paşerojê hêza we di yekîtiya we de ye. Hevpeymanî û hevkariya navbera jinan di vê demê de pêdiviyeke girînge ji bo rûbirûbûna parçebûnê.’’