Saziyên Zimanê Kurdî dê deklarasyona 15'ê Gulanê eşkere bikin

  • 15:54 29 Nîsan 2026
  • Rojane
AMED - Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk dê di 2'yê Gulanê de bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Ekîn Cerenê ya li navçeya Peyasê deklarasyonekê parve bike û xebatên ji bo 15'ê Gulanê bide destpêkirin.
 
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk dê di 2'yê Gulanê de bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Ekîn Cerenê ya li navçeya Peyasê ya Amedê bi dirûşma “Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî” deklarasyonekê parve bike. Deklarasyon dê saet di 11:00an de bê ragihandin. Sazî û dezgeh dê xebatên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi ragihandina vê deklarasyonê bidin destpêkirin.
 
Di 15ê Gulana 1932'yan de li Şama patexta Sûriyê ji aliyê Mîr Celadet Elî Bedirxan ve yekem car Kovara Hawarê tê çapkirin. Derketina kovarê ji bo weşangerî û zimanê Kurdî dibe destpêkek nû. Ev roj her sal ji aliyê saziyên zimanê Kurdî û partî û dezgehên Kurd ve li seranserî Kurdistanê weke Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Roja Cejna Zimanê Kurdî her sal di 15ê Gulanê de ji aliyê sazî û dezgehên zimanê Kurdî û partiyên siyasî yên Kurd ve bi bernameyên cihêreng tê pîrozkirin.