Zimanê Kurdî qedîm û kevnar e

  • 09:04 20 Sibat 2026
  • Ji Pênûsa Jinan
"Divê zimanê Kurdî wek hemî zimanan bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu. Ji pêşdibistan, dibistana seretayî heta bi zankoyan perwerdeya bi zimanê Kurdî mafê Gelê Kurd ê rewa ye."
 
Zînet Dînçer 
 
Kurd, yek ji gelê herî kevnar ê Rojhilata Navîn e. Zimanê wan jî gelekî dewlemend e. Kurdî zimanekî serbixwe ye. Ji ber ziman nasname û hebûn e loma jî her tim bi êrişên mezin rû bi rû mane. Li Rojhilata Navîn jî Gelê Kurd bi zimanê xwe her tim bi êriş û zextan rû bi rû mane. Tevî vê yekê jî dev ji têkoşîn û parastina nirxên xwe bernedane. Di 21'ê Sibata 2026'an de jî Gelê Kurd bi gelek çalakiyan dirûşmeyên ji bo parastina zimanê xwe yê qedîm û kevnar berz kir. 
 
Girîngiya ziman ji zayîna mirovan û heta bi mirina wan muhîm û elzem e. Wekî ku tê zanîn her gelek bi zimanê xwe tê naskirin, ziman nasnameya mirovan û netewan e. Zimanê Kurdî jî di xeteriya tunebûnê de ye. Loma divê em di warê xwedîderketina li zimanê xwe de pêş bikevin. Divê em zimanê xwe zindî bihêlin. Di serî de siyasetmedar û pêşengê civakê di nava civakê de her bûne ekol û mînak. Loma jî divê ew bi zimanê zikmakî biaxivin da ku gel wan ji xwe re mînak bigre. Her wiha divê nivîskar, romanivîs, helbestvan, rewşenbîr, dengbêj, hunermend û ronakbîr jî bi rola xwe ya berpirsiyar rabin û di civakê de her axaftina bi zimanê Kurdî bide pêş û bide hezkirin.
 
Têkilî û diyalogên nivîskar û hunermendan bi gel û civakê re divê her daîm germ be. Divê ji hev dûr nekevin. Ya girîng ew e ku divê her kesek ji xwe dest pê bike. Divê em zimanê xwe yê zikmakî yanî zimanê dayika xwe yê Kurdî li her qada jiyanê bi kar bîne. Di vir de barekî giran dikeve ser milên dayikan jî, teqez divê dayik bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Perwerdehî û dibistana ewil mal û malbat in. Ger di malê de dê, bav, kalik, pîrik bi zarokên xwe re bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin dê helbet zarok jî bi zimanê dayika xwe dest bi jiyanê bikin. Ger zarok di kuçe û kolanan de bi zimanê xwe bilîzîn wê siberoja civakê jî di warê xwedîderketina li zimanê Kurdî, ronî be. Zarok li hev dinêrin û fêr dibin. 
 
Her wiha dema ziman nekeve bazarê her qels dimîne û dimehe ji ber ku di bazarê de di her temenî de kes kirîn û firotina xwe pêk tîne. Buhayê amûran, nav û cureyên bazarê dewlemendî ye û ev jî dibe piratîka axaftina zimanê zikmakî. Zimanê Kurdî ji ber asîmîlasyonê di xetereyê de ye loma divê demildest em wek Gelê Kurd rê li ber vê mehandinê, asîmîlasyonê bigrin. Helbet bar dikeve ser milên şaredariyan jî. Bi qursên ziman, şevên helbest û çîrokan û her wekî din xebatan dikare zimanê Kurdî bê geşkirin. Her wiha şaredarî dikare bi roja imzekirin û nasandina nivîskaran jî piştgiriyê bide xizmeta ji bo ziman û wêjeya Kurdî. Ev yek dê motivasyona kesên xizmetê didin ziman û wêjeya Kurdî bilind bike.
 
Divê zimanê Kurdî wek hemî zimanan bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu. Ji pêşdibistan, dibistana seretayî heta bi zankoyan perwerdeya bi zimanê Kurdî mafê Gelê Kurd ê rewa ye. Têkoşîn û doza zimanê zikmakî di kolanan de jî gelekî muhîm e. Divê li bazarê, li kolanan, li malê di wesayetên civakî de, li kafeyan, li aşxane, li çayxane li her derê em bi zimanê xwe biaxivin. 
 
Tiştekî dinê yê girîng ev e. Ji ber siyasetmedar bandoreke mezin li ser civakê dike loma divê bi taybet siyasetmedarên kurd bi Kurdî bizanibin. Divê bi taybet siyasetmedarên bi kurdîyeke herikbar û zelal dizanin bên hilbijartin. Di vê çarçoveyê de jî divê parastina zimanê Kurdî bibe erka me ya sereke. Ji ber ku ev zimanê qedîm û nasname ya kurdan hebûn û mayina me ye. Hinek zarok navê wan bi Kurdî ye lê belê bi Kurdî nizanin. Ev kêmasî, şaştiyeke pir mezin e. Divê em ji vê rêyê vegerin û ji bo geşkirina zimanê xwe li her derê cîhanê di nava liv û tevgerê de bin.