Çapemeniya cîhanê: Karesatek mirovî li ber derî ye
- 11:59 30 Çile 2026
- Rojane
ENQERE - Çapemeniya cîhanê bal kişand ser rewşa insanî ya li Kobanê û hişyariya karesateke insanî kir.
Êriş û dorpêça HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê berdewam in. Heta niha gelek caran agirbestên hatine ragihandin hatin binpêkirin. Li bajarê Kobanê ku niha di dorpêçê de ye, rewşa insanî ya gel roj bi roj girantir dibe. Ev şert û mercên giran, di rojeva çapemeniya cîhanê de ye.
Junge Welt a navenda wê Almanya, cih da hevpeyvîna bi beşdarê People’s Caravan (Karavana Gelan) Jakob Rihn re. Rihn, got: “Xizmetên tenduristî û yên sereke yên li bajar di astekî zêde de têk çûne. Ne ceyran heye ne jî av. Zarok ji serma jiyana xwe ji dest didin. Karesatekî insanî li ber derî ye.” Her wiha di nûçeyê de hate gotin ku HTŞ bênavber agirbestê binpê dike û êrişên Tirkiyeyê yên bi dronan jî berdewam in.
Freedom News a navenda wê Ingilistan jî Karavana Gelan xist rojeva xwe û sernava “Tirkiyeyê Karavana Gelan a diçû Kobanê asteng kir” bi kar anî.
De Groene Amsterdammer jî cih da nivîsa bi sernavê “Sivîlên di bin siya Şamê de”. Di nivîsê de cih da bêhiqûqiyên li dijî gelê li Kobanê di bin dorpêçê de.
The New Regionê jî di nûçeya xwe ya bi sernavê “Kobanê ya di dorpêçê de bi ‘krîzeke insanî ya mezin’ rû bi rû ye” bal kişand ser rewşa insanî ya li Kobanê.
Cyrprusmail a navenda wê Qibris jî anî ziman ku meseleya Rojava bûye rojeva Meclisê jî û nûçeyeke bi sernavê “Di demeke Parlamento ji bo biryara Rojava xwe ji bo dengdayînê amade dike de Kurd li Lefkoşayê meşiyan” weşand. Di nûçeyê de cih da çalakiya Kurdistaniyan û dostên wan a li Lefkoşayê.
The Wall Street Journal (WSJ) jî di nûçeya xwe ya bi sernavê “Operasyona Sûriyeyê ya li dijî Kurdan polîtîkaya têkoşîna li dijî terorê ya Trump serûbin dike” de polîtîkaya DYA’yê ya li Sûriyeyê hate rexnekirin.
Le Point a navenda wê Fransa jî hejmara xwe ya nû ji bo Rojava veqetand. Di nûçeya xwe ya bi sernavê “Li şûna teslîm bibin em fedekariyê tercîh dikin” de cih da têkoşîna li Rojava. Di berdewamiya nûçeyê de wiha hate gotin: “Hêzên Kurdan ên li Rojava ji bo rewşa herî xerab amadekariyan dikin. Her çend agirbestk hebe jî gefa êrişê ya bi piştevaniya hikûmetê ya li dijî Kurdistana Sûriyeyê berdewam e.”
BBC’yê jî di nûçeya xwe ya bi sernavê “Kurdên li Sûriyeyê li ber xwe didin tevî zextên hikûmetê jî dibêjin ‘em ê heta nefesa xwe ya dawî şer bikin’” de got ku agirbesta hatiye ragihandin qels e û HSD li dijî her îxtîmalê amadekariyan dike.







