Kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
- 14:26 25 Çile 2026
- Rojane
STENBOL - Di çalakiyên li Stenbolê yên ji bo Rojava de 95 kes hatibûn binçavkirin. Tevahiya binçavkiriyan hatin berdan.
Duh li Stenbolê ji bo protestokirina êrişên li dijî rojavayê Kurdistanê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de polîsan êrişî girseyê kir û 95 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 78 jê duh di saetên dereng ên şevê de hatin berdan. 17 binçavkirî jî îro sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan jî di nav de 17 binçavkirî piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.







