Li Colemêrgê ji bo Îran û Rojhilat bang li NY’ê hat kirin

  • 16:22 25 Çile 2026
  • Rojane
COLEMÊRG - Şaxa OHD’a Colemêrgê, bal kişand ser rewşa li Îran û rojhilatê Kurdistanê û bang li raya giştî ya navneteweyî, NY û mekanîzmayên mafên mirovan kir ku li dijî binpêkirinên giran bikevin nava tevgerê. 
 
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Mirovahiyê (OHD) yên Colemêrgê, têkildarî çalakiyên li Îran û rojhilatê Kurdistanê û êrişên rejîmê li Colemêrgê daxuyanî dan. Daxuyanî, li avahiya OHD’ê hate dayin û metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê OHD’a Colemêrgê Cevahîr Agrali ve hate xwendin. 
 
Cevahîr Agraliyê di daxuyaniyê de got: “Jin, ciwan, zarok û gelek kesên tev li çalakiyên aştiyane dibin bi hêzeke tund û mudaxileyên kujer rû bi rû dimînin û jiyana xwe ji dest didin. Bi hezaran kes bi awayekî keyfî hatine binçavkirin û girtin.” 
  
Bi domdarî Cevahîr Agraliyê anî ziman ku sepanên li Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî gelê Kurd salên dirêjin didome û got: “Berdewamiya polîtîkayên cihêkar û zextkar ên rejîmê ne. Azadiya xweîfadekirinê, civîn û xwepêşandanan, darizandina adilane û mafê jiyanê tên binpêkirin. Îdiayên ku di bin çavan de îşkence û miameleya xerab tê kirin, di bin çavan de welatî tên windakirin û mirinên kiryarên wan nediyar roj bi roj zêde dibin. Komara Îslamî ya Îranê ku peymanên mafên mirovan ên navneteweyî îmze kiriye, mecbûr e maf û azadiyên hemwelatiyên xw biparêze. Binpêkirinên heyî, ji ber polîtîkaya necezakirinê roj bi roj mezin dibin. Ev jî di nava civakê de rê li ber birînên giran vedike.” 
 
Cevahî Agraliyê got ku di çalakiyan de herî kêm 5 hezar û 137 kes hatine qetilkirin û ji van 4 hezar û 834 jê sivîl û herî kêm 54 jê zarok in. Cevahî Agraliyê got ku dibe ku ev hejmar gelek zêdetir be û got: “Pisporên navneteweyî dibêjin ku li gorî texmînan zêdetirî 20 hezar sivîl hatine kuştin. Hejmara birîndaran jî 7 hezar û 400 derbas kiriye û gelek kes seqet mane.” 
 
Cevahîr Agraliyê herî dawî ev daxwaz rêz kir: “Em bang li raya giştî ya navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên mafên mirovan divê li dijî vê rewşa giran a li Îranê tavilê gavan biavêjin, mekanîzmayên lêpirsînê yên serbixwe bixin nava tevgerê û ji berpirsyaran hesabê bipirsin. Mafê jiyanê pîroz e. Daxwaza gel a ji bo azadî, edalet û jiyaneke birûmet sûc nîne.”