'Dorpêça li Kobanê ji bo zarokan xeter e'
- 16:16 25 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Parastina Mafên Zarokan a Kantona Cizîrê, diyar kir ku domandina dorpêçkirina Kobanê ya di şert û mercên hewayê yên dijwar de, zarokan dike xetereyek mezin û bang li civaka navneteweyî kir ku pêşî mirinên zarokan bigirin.
Di bin dorpêçeke giran û şert û mercên hewayê yên dijwar de, ji ber kêmbûna xurek, derman û pêdiviyên germkirinê û qutbûna elektrîk û avê, rewşa zarokên li Kobanê xirabtir û roj bi roj girantir dike. Ev rewş qeyrana mirovî kûrtir dike û jiyana bi hezaran sivîl û zarokan dike xetereyê.
Meclîsa Parastina Mafên Zarokan a Kantona Cizîrê, têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber dorpêça heyî ya li Kobanê, jiyana sed hezaran sivîlan di xetereyeke mezin de ye û piraniya wan zarokan in. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber dorpêçê, xwarin, dermanan, materyalên germkirinê, elektrîk û av qut in, di encamê de 5 zarok mirin.
Di daxuyaniyanê de balkişandin ser Peymama Parastina Mafên Zarokan (CRC), bi taybetî madeyên 6, 24 û 27, madeyên 23 û 59 yên Peymana Cenevreyê ya 4’emîn û Protokola Pêvek a Yekem. Hate gotin birçîkirina sivîlan û astengkirina gihandina alîkariyan, binpêkirina giran a qanûna navneteweyî ya mirovî ne.
Di daxuyaniyê de ev bang hatin kirin:
1. Destwerdana lezgîn ji bo vekirina korîdorek mirovî ya bi ewle. Li gorî desthilatiyên ku ji bo rêxistinên navneteweyî hatine dayîn, em daxwaz dikin ku bi lez û bez çalakiyên pêwîst werin girtin da ku alîkariyên xwarinê, bijîşkî û sotemeniyê bê derengî û bê asteng bighîjin nav bajêr.
2. Şandina heyetek nirxandina mirovî ya serbixwe, ji bo şopandina rewşa li qadê, tomarkirina binpêkirinên gengaz û diyarkirina hewcedariyên lezgîn yên zarokan.
3. Parastina navendên tenduristiyê, di nav de piştgirî ji bo vegerandina xebata inkubatoran û amûrên oksîjenê, peydakirinên sotemeniyê, jeneratoran û qedexekirina her cure hedefgirtin an rawestandina navendên bijîşkî.
4. Aktîvkirina mekanîzmayên berpirsiyariya navneteweyî, bi şandina rewşê ji bo raportorên taybet yên pêwendîdar (mafê tenduristiyê, mafên zarokan, rewşa mirovî) û agahdarkirina Ofîsa Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a ku divê binpêkirinên ku jiyana zarokan xeter dikin, bi awayekî cidî bişopîne.
5. Pêşkêşkirina desteka lezgîn ji bo malbatên zirardîtî ya bi rêya bernameyên lezgîn ên taybet bi zarokan re. Di nav wan de xwarina dermankirî, lênêrîna tenduristiyê ya bingehîn û desteka psîkolojîk û civakî jî heye.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî civaka navneteweyî hat kirin ku bi lez û bez tedbîran bigrin da ku nehêlin zarokên din bimirin û wiha hat gotin: “Parastina zarokan ne tenê peywireke ehlaqî ye, lê her wiha peywirek qanûnî yê navneteweyî ye ku nayê paşguhkirin.”







