Li Navenda Werzîşê ya Zarokan qeyd hatin destpêkirin
- 15:10 26 Kanûn 2025
- Tenduristî/Werzîş
WAN - Qeydkirina ji bo dema nû li Navenda Werzîşê ya Zarokan a girêdayî Şaredariya Rêya Armûşê dest pê kir.
Navenda Werzîşê ya Zarokan, ku di bin rêveberiya Ciwanan û Werzîşê ya Şaredariya Rêya Armûşê de dixebite, qeydkirina ji bo dema nû vekiriye. Di vê werzê de, ji bilî jimnastîk, step-aerobik û baleyê, perwerdehiya reqsa gelêrî li bernameyê hatiye zêdekirin.
Perwerde belaş e
Kesên dixwazin, dikarin bi fotokopiya nasnameya xwe serî li navendê bidin.
Qeydkirin dê heta saet 5'ê êvara sibehê berdewam bike.







