Li Navenda Werzîşê ya Zarokan qeyd hatin destpêkirin 2025-12-26 15:10:56   WAN - Qeydkirina ji bo dema nû li Navenda Werzîşê ya Zarokan a girêdayî Şaredariya Rêya Armûşê dest pê kir.   Navenda Werzîşê ya Zarokan, ku di bin rêveberiya Ciwanan û Werzîşê ya Şaredariya Rêya Armûşê de dixebite, qeydkirina ji bo dema nû vekiriye. Di vê werzê de, ji bilî jimnastîk, step-aerobik û baleyê, perwerdehiya reqsa gelêrî li bernameyê hatiye zêdekirin.   Perwerde belaş e   Kesên dixwazin, dikarin bi fotokopiya nasnameya xwe serî li navendê bidin.   Qeydkirin dê heta saet 5'ê êvara sibehê berdewam bike.