Li Yozgatê tundiya mêr
- 18:14 10 Kanûn 2025
- Rojane
YOZGAT – Li navçeya Çekerek a Yozgatê gumanbar Yasîn B. bi alava birînê êrîşê Ayşenur B kir û bi giranî birîndar kir.
Li navçeya Çekerek a Yozgatê Yasîn B. bi alava birînê êrîşê Ayşenur B. ya ku pê re di asta destberdanê de bû kir û bi giranî birîndar kir. Bûyer roja duşemê li gundê Bazlambaç pêk hat.
Ekîbên hatin cihê bûyerê piştî mudaxaleya ewil Ayşenur B rakirin nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku rewşa wê girane. Der barê bûyerê de lêpirsîn didome.







