Xizmên Windayan daxwaza edaletê kirin
- 14:39 6 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên windayan li çar bajaran bi dirûşma“Winda bêne dîtin û kujer werin darizandin” xwepêşandan li dar xistin û daxwaza edaletê kirin.
Vê hefteyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan li Amed, Êlih, Riha û navçeya Gever a Colemêrgê bi dirûşmeya “Winda bêne dîtin û kujer werin darizandin” xwepêşandanên xwe berdewam kirin.
Êlih
Şaxa ÎHD’a Êlihê û Xizmên Windakiriyan jî di hefteya 714’an de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de aqûbeta Mehmet Guler ku di 1’ê Kanûna 1997’an de hatibû windakirin, hat pirsîn.
Çîroka windakirina Guler ji hêla Rêvebera Şaxê Zana Yucel Bozkurt ve hate xwendin.
Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Colemêrg
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û Xizmên Windakiriyan, çalakiya xwe ya 204’an li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” û wêneyên windakirina hatin hilgirtin. Xizmên Windakiriyan, vê hefteyê ji bo Rojhat Ozdeş daxwaza edaletê kir.
Metna daxuyaniyê ji hêla xwişka Rojhat Ozdel, Helîn Ozdel ve hate xwendin. Helîn Ozdel got: “Rojhat Ozdel ciwanekî 18 salî bû û ji ber pirsgirêkên aboriyê û ji bo alîkariyê bide malbat xwe, neçar ma ku dev ji dibistanê berde. Di firneya xizmên xwe de dixebitî. Di roja ku dê cenazeyên Veysel û Reşît Îşbîlîr ên di çalakiyên Şemzînanê de hatibû qetilkirin li Geverê bihatina definkirin de (6’ê Kanûna 2014’an), meşeke girseyî hat lidarxistin. Ji ber ku dê çalakiya girtina kepenkan bihata lidarxistin, Rojhat nanê xwe girt û çû malê.
Mala Rojhat, li ser rêya çalakî lê dihat kirin bû. Li Esentepeyê ji nav girseyê derket. Piştî derketina bûyeran, li wir hate gulebarankirin û bi giranî birîndar bû. Bi wî halî li wir hate sekinandin. Li gorî agahiyên şahidan, destûr nehate dayin ku ambulans mudaxileyî Rojhat bike.
Li gorî îfadeyên şahidekê din, dema birîndar ji hêla leşkeran ve bi qontaxa çekê hate îşkencekirin. Bi ser re gelek dem derbas bû û piştre hiştin ambulans biçin cihê bûyerê. Koma tenduristvanan got ku dixwestin mudaxile bikin lê Rojhat jiyana xwe ji dest dabû. Heman derqanûntî li endamên malbatê jî hate kirin. Nehiştin endamên malbatê têkevin nexweşxaneyê û li wir hatin derbkirin. Heta nehiştin wekîl jî têkevin nexweşxaneyê. Endamên malbatê karîn di derengiya şevê de cenazeyê zarokê xwe bibînin. Di dema radestkirina cenazeyê de jî gelek derhiqûqî hatin kirin û piştre cenaze dan malbatê. Malbata Rojhat, ji bo aqûbeta Rojhat serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê da lêbelê demekî dirêj hate vehêlandin û xistin nava dosyayên kiryarnediyar.”
Helîn Ozdel herî dawî got: “Tevahiya lêpirsînan bi awayekî derhiqûqî hatin girtin. Bûyer di çapemeniya netewî de hate parvekirin, gelek pirs hebûn û gelek şahid jî hebûn lê tevî vê jî dosya hate xistin. Weke parastvanên mafên mirovan, ji bo aqûbeta tu kesekî kiryarnediyar nebe, em bang li dewletê dikin. Em dixwazin ku kes/kesên Rojhat Ozdel kuştin û hêzên ewlekariyê yên bûne sedema mirina wî demildest bên girtin û cezakirin.”
Riha
Şaxa ÎHD’a Rihayê jî di hefteya 62’yan a çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” de li pêşiya Novada Park AVM’ê daxuyanî da. Di çalakiyê de aqûbeta Faîk Kevcî ê di sala 1984’an di bin çavan de hatibû windakirin hate pirsîn. Endamê Şaxê Enes Mîllî daxuyanî xwend.
Enes Mîllî, da zanîn ku Kevcî li navçeya Wêranşar a Rihayê dijiya, ji hêla 2 kesan ve hatiye binçavkirin û got: “Malbata wî hîn bû ku Kevcî ji ewil birine Mizarê, piştre birin Qereqola Gaviroglû û piştî du rojan jî ji hêla cerdevanan hatiye revandin û gelek caran cihê wî hatiye guherandin. Piştre jî Faîk Kevcî bi temamî winda bû. Li gorî agahiyên malbata wî dane, dema cerdevanan Faîk Kevcî teslîm girtin, kirîvtiya van cerdevanan bi malbatê re hebû. Cerdevanekî ji malbatê xwest ku ji bo berdana Faîk bikeve nava hewldanan lêbelê demekî kin piştre cerdevanan Faîk birin cihekî nediyar. Ji wê rojê heta niha jî tu agahî jê nayên girtin.”
Enes Mîllî, da zanîn ku birayê wî Omer Kevcî bi salan li pey aqûbeta birayê xwe ketiye lê meqamên fermî tu bersivek nedane wî û got: “Di serlêdana Omer Kevcî de zext û gefên li ser malbatê bi aşkerayî tên dîtin. Li gund zexta cerdevaniyê li wan tê kirin, gefa valakirina malê, gefên înfazkirinê, koçberiya bi darê zorê çendek ji van in. Tevî ewqas serlêdanan jî dewletê tu tiştek nekir.
Em dixwazin aqûbeta Kevcî were aşkerakirin, der heqê hêzên ewlekariyê û cerdevanên tiliya wan di bûyerê de heye lêpirsîn bê destpêkirin û li ser zext û gefên li dijî malbatê jî lêkolîn were kirin. Her çend bi ser windakirina Faîk Kevcî re nêzî 40 sal derbas jî bibin, daxwaza heqîqet û edaletê hêj mîna roja ewil e. Dewlet mecbûr e ku cihê Faîk Kevcî nîşan bide ku ev berpirsyartiya dewletê ye.”
Amed
Şaxa Komela Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windakiriyan bi daxwaza “Winda bêne dîtin û kujer werin darizandin” li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşuyoluyê ya Amedê, di heftaya 878an de çalakiya xwe domandin. Nûnerên ÎHD'ê û Xizmên Windayan, Hevserokên şaxa MEBYA-DERê ya Amedê û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên kesên ku di salên hatibû 1990î de ji aliyê dewleta tirk ve hatibûn windakirin û kuştin hilgirtin.
Li vir ewilî Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz axivî û diyar kir ku 30 sal in li vir in û got: “Emrê me li vê qadê derbas bû. 30 sal in em aqûbeta xizmên xwe dipirsin. Gelek dayîk ji bo zarokên xwe tev li çalakiyê bûn. Lê tu agahî negirtin û jiyana xwe ji dest dan. Berî 30 sal me gotibû ku ‘heta dawiyê em ê li vir bin’ îro jî em heman tiştê dibêjin.”
Paşê Rêvebera ÎHD'ê Berfîn Elçî diyar kir ku Mehmet Guler 24 salî û bavê du zarokan bû û got: “Piştî ku Mehmet Guler hat windakirin zarokekî wî yê din hate dinyayê. Mehmet Guler di 1'ê Kanûna 1997'an de çû kar û êdî venegerî malê. Dayîka Mehmet Guler Şefîka Guler çû cihê kar û xwest agahî ji kurê xwe bistîne. Hempîşeyên Mehmet Guler gotin ‘bi Murat Guneş re ji bo kar çûne Êlihê.’ Çend roj derbasbû lê Mehmet Guler venegeriya malê. Şefîka Guler dîsa çû cihê kar û patrona Mehmet Guler Murat Şutşurup got ‘rewşa kure te baş e, yê piştî çend roja vegerê malê.’ Li gorî gotina Şefîka Guler, Murat Guneş û Murat Şutşurup nêzî Hizbullahêbûn. Mehmet Guler jî bi hevkariya Murat Guneş û Murat Şutşurup ve, ji aliyê Hizbullahê ve hatiye rewandin.
Berfîn Elçî destnîşan kir ku Şefîka Guler serî li dadgeh û ÎHD'a Êlihê da û ev tişt anî ziman: “Şefîka Guler xwest Murat Guneş û Murat Şutşurup werin darizandin, ji bona wê serî li dadgeha Êlihê da. Di meha Nîsana 1999'an de Murat Guneş û Murat Şutşurup bi hinceta endamê Hizbullahêne hatin girtin. Ji 1ê Kanuna 1997'an ve tu agahî Mehmet Guler nehat destxistin. Aqûbeta Mehmet Guler hê jî nediyar e.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.







