Firoşgeha Piştevaniyê ya Kezî hat vekirin
- 16:19 5 Kanûn 2025
- Ked/Aborî
ŞIRNEX - Guler Yerbasan di vekirina Firoşgeha Piştevaniyê ya Kezî de axivî û got: "Xebata me ya li ser jinan bi felsefeya Jin Jiyan Azadî û paradîgmaya jinên azad berdewam dike."
Li taxa Cûdî ya Cizîra Şirnexê Firoşgeha Piştevaniyê ya Kezî hat vekirin. Hevşaredar, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), MEBYA-DER, TUHAD-FED, rayedarên DEM Partî DBP'ê û gelek jin beşdarî merasîma vekirinê bûn.
Di merasîma vekirinê de axaftin hatin kirin û bal kişandin ser piştevaniya aboriya jinê. Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan diyar kir ku firoşgeha piştevaniyê nêzîkî salekê ye ku dixebite û got: "Armanca me ya sereke bi vê firoşgehê re ew e ku em piştgiriyê bidin jin û zarokên ku di warê aborî de zehmetiyan dikişînin. Em hewl didin ku pêdiviyên jin û zarokan ên li vir, wek cil, xwarin û kelûpelên nivîsgehê, peyda bikin. Me ev proje nêzîkî salek berê da destpêkirin, lê ji ber ku ew jixwe di nav şaredariyê de bû, me xwest ku em wê ji bajêr derxin û bibin taxê. Xebata me ji bo jinan bi felsefeya "Jin Jiyan Azadî" û paradîgmaya "jina azad" berdewam dike. Ev proje ne ya yekem e û ne jî ya dawîn. Xebata me ji bo jinan dê berdewam bike."
Piştî axaftinan firoşgeh bi dirûşma “Jin jiyan azadî” hat vekirin.







