Di bûyera cînayetên li Qoserê de 2 kes hatin girtin

  • 12:49 28 Mijdar 2025
  • Rojane
MÊRDÎN - Hejmara kesên di çarçoveya qetilkirina 3 kesên ji heman malbatê ya li Qoserê de hatin girtin bû 2. Her du kes bi sedema alîkarî daye cînayetê hatin girtin. 
 
Di saetên şeva 24’ê Mijdarê de li Taxa Turgut Ozal a navçeya Qoserê ya Mêrdînê welatiyê bi navê Mehmet Kaya (37), hevjîna wî Berna Kaya (33) û keça wan Samyelî Kaya (5) li mala xwe kuştî hatin dîtin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. Cîranê malbata Kaya, M.C. weke faîlê cînayetê hate binçavkirin û pêr di saetên şevê de dadgehê biryara girtinê da. Kesê bi navê V.E. jî bi sedema ku alîkarî daye M.C., hate binçavkirin. V.E., piştî îfadeya li emniyet û dozgeriyê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin. V.E., bi sedema alîkarî daye M.C., hate girtin. 
 
Kesê bi navê B.K. jî bi sedema “delîlên bûyerê tune kiriye” hte binçavkirin. B.K., piştî îfadeya li emniyetê sewqî dozgeriyê hate kirin. 
 
Hat zanîn ku çeka di bûyerê de hatiye bikaranîn jî hate dîtin. M.C., di îfadeya xwe de qebûl kir ku wî bi xwe çek peyda kiriye lê cînayet qebûl nekir. M.C., di îfadeya xwe de îdia kir ku Mehmet Kaya piştî malbata xwe kuştî întîhar kiriye û di wê kêliyê de ew li malê bû. Piştî bûyerê çeka di bûyerê de hatiye bikaranîn û qalikeke guleyê winda bûbû. M.C., ji ewil hate binçavkirin û piştre hate berdan. Lê piştî lêkolînê, dîsa hatibû binçavkirin û girtin. 
 
Hatibû îdiakirin ku di dema bûyerê de li malê çenteyeke mixdareke mezin pere tê de hebû lê piştî bûyerê ev çenteye winda bûye.