‘Pergala perwerdehiyê zarokan ber bi mirinê ve dibe’
- 09:03 27 Mijdar 2025
- Rojane
Evîn Çîftçî
RIHA - Hevseroka Egîtîm Sen a Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul diyar kir ku zarok di bin şert û mercên bê ewle de perwerdehiyê dibînin û got: “Têkoşîna me ya ji bo perwerdehiyeke demokratîk, laîk, bê pere û bi zimanê dayikê wê her tim bidome.”
Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ku Tirkiye alîgirê vê ye, diyar dike ku mafê jiyanê ya her zarokê esas e û mezin bi parastina jiyana zarokan berpirsin. Her wiha peyman dewletan di alî ku zarok zirarê nebînin de hemû tedbîran bigirin de berpris qebûl dike. Lê em dibînin ku li Tirkiyeyê peyman tenê li ser kaxizê dimîne. Roj bi roj qetilkirinên zaorkan tundiya li ser zarokan zêde dibin.
Hevseroka Egîtîm Sen a Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
‘Ji bûyerên tên jiyîn re zemînê ava dike’
Ozlem Ulutaş Şengul diyar kir ku di meha dawî de li Rihayê 4 zarokên karker jiyana xwe ji dest dane û pirsgirêkên krîza aborî û pergala perwerdehiyê dibe sedema ku zarok jiyana xwe ji dest bidin. Ozlem Ulutaş Şengul wiha anî ziman: “Zarokên divê biçin dibistanê, wek hêza erzan a kar di binpêkirina kedê de di hawirê bê ewle de dixebitin û ev şert û mercên bê ewle dibin sedema mirinên zarokan. Ev zarokên divê bi hevalên xwe re li dibistanan di bin ewlehiyê de û perwerdehiyek baş bigirta, ji ber şert û mercên bê derfet yên jiyanê neçar dibînim bixebitin û ev şert û merc jî zemîna bûyerên bi vî rengî diafirîne.”
‘Divê di şertên ewle de perwerdehiyê bigirin’
Ozlem Ulutaş Şengul destnîşan kir ku divê zarok di şert û mercên bi ewle de perwerdehiyê bigirin û wiha dawî lê anî: “Zarokê bi navê M.K rojên orî de li cihê staj dikir jiyana xwe ji dest da. Zarok di şertên bê ewle de dixebtin. M.K xwendekarê MESEM’ê bû. Hefteda 4 zarokan diçû cihê kar rojekê diçû dibistanê. Ev formuleke wezareta perwerdê ya ji bo betaliyê afirandiye. Zarokên temenê dibistanê de di bin navê çiraxtiyê de li kargeriyan tên xebitandin. Kontrola van deran baş nayên kirin. M.K li cihê kar rastî tundiyê tê û jiyana xwe ji dest dide. Beriya her tiştî divê zarok di bin şert û mercên bi ewle de perwerdehiyê bigirin. Divê dewlet hemû şert û mercên der barê perwerdehiyê de kontrol bikin.”
‘Têkoşîna me wê bidome’
Ozlem Ulutaş Şengul di dawiya axaftina xwe de ji bo zarok ji hemû mafên xwe fêdeyê bigirin, banga têkoşîneke hevpar li civakê kir û wiha dawî lê anî: “Rexneya me ya herî mezin ev mijara pêk tê ye. Dema şert û mercên ewle bên afirandin wê mirinên zarokên karker ji holê bên rakirin. Divê tu zarokekî 16 salî di înşatan de nexebite. Divê ev bê astengkirin. Em wek Egîtîm Senê di vê mijarê de ji bo zarok perwerdehiyeke zanistî, demokratîk, bê pere û zimanê dayikê bigirin, têkoşîna xwe wê bidomînin.”







