Di rêza ewil de serlêdanên tundiya psîkolojîk hene

  • 09:02 27 Mijdar 2025
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Jin herî zêde bi pirsgirêka tundiya psîkolojîk serî li Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê didin û di rêza duyemîn de jî tundiya aborî heye.
 
Li welat tundiya li ser jinan û qetilkirinên jinan zêde dibin. Tevî ku dewlet çareseriyekê pêk naynin, sala 2025’an jî wek sala malbatê hat îlankirin. Bi sala malbatê re pirsgirêkên jinan ji nedîtîve hatin. Bi serlêdanên li Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê jî ev tê dîtin. 
 
Nûnera Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Îrem Îlham der barê serlêdanên tên kirin û çareseriya pirsgirêkan de axivî.
 
‘Tundî pir alî û sîstematîk e’
 
Îrem Îlhan da zanîn ku serlêdanên ji serê salê de hatine kirin nirxandine û got di encama tabloya derketiye holê de tundiya li ser jinan pir alî û sîstematîk didome û wiha got: “Bi 989 serlêdanê tundiya psîkolojîk derket pêş.Tundiya psîkolojîk ya herî zêde tê dîtinê ye lê jin ne hişmendiy avê de ne. Yanî ji bilî tundiya fîzîkî, cureyên din yên tundiyê ji aliyê jin û civakê ve nayê fêmkirin. Em her çiqas der barê vê de perwerdehiyê bidin, hişmendiyê biafirînin, parvekirinan bikin jî di alî şênberbûna vê de fêmkirin zehmete. Em di tundiya fîzîkî de behsa hêzekî dikin. Di salên borî de serlêdanên herî zêde dihatin kirin der barê tundiya fîzîkî de bû. Lê bi perwerdehiyê emdikin de em vê dibînin.  Tundiya psîkolojîk, ya zayendî, aborî, dîjîtal zêdetir tê fêmkirin.”
 
‘Jin êdî fêm dikin’
 
Îrem Îlhan daxuyakirin ku êdî jin cureyê tundiyê ji hev cuda dikin û cureyên serlêdanan jî li gorî rêjeyên wê diguhere. Îrem Îlhan wiha anî ziman: “Di rêza ewil de tundiya psîkolojîk heye. Ji ber jinan êdî fêmkiriye ku tundiya psîkolojîk çiye. Di rêza duyemîn de jî bgi 852 serlêdanî tundiya aborîh eye. Jin di alî aborî de tên astengkirin, xebata wan tê astengkirin. Ev jî tundiya aboriye. Me ev ferq kiriye. Jina dixebite qerta mûçeyê wê hevjînê wê digire. Ev jî tundiyeke aboriye. Mînak gelek jin nizanin ku ev cureyekê tundiyê ye. Ji ber vê jî serlêdan di vê mijarê de zêde bûn. Li pey vê jî tundiya fîzîkî tê. Dîsa li pev vê jî mobbîng ya ku pir kêm tê zanîn heye. 335 serlêdan hatin kirin.”
 
‘Tundiya dîjîtal zêde dibe’
 
Îrem Îlhan balkişand ser tundiya dîjîtal ya ku sala borî pir zêde hatiye dîtin û got: “Tundiya dîjîtal bi gelek aliyan pir zêde bûye. Sedema vê jî bikaranîna çapemeniya civakiye û bi fêmkirina cureyê tundiya dîjîtal jî ev zêde bû. Gelek kes çapemeniya dîjîtal dişopînin. Mînak wêneyên jinan bikar tÎnin û hesabên nû vedikin. Dîmenên taybet yên jinan parve dikin û tehdîd dikin. Ev jî dibe sedema zêdebûna tundiya dîjîtal.”
 
‘Tundiya li ser jinê mijare polîtîk e’
 
Îrem Îlhan balkişand ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Tundî pir aliye.Gelek jin bi gelek cureyên tundiyê re di heman demê de tên rû hev. Divê em hemû jin qebûl bikin ku tundiya li ser jinê mijarek polîtîke. Ev ne tiştekî şexsiye. Ji ber vê jî ger ku reformek bê avakirin destpêkê divê qanûn pêk bên. Mînak Peymana Stnebolê û qanûna hejmar 6284. Qanûnek têr heye? Belê heye.  Ev jî qanûna 6284 e. Di mijara ziman de 6284 kêm dimîne. Di alî zimanê dayikê de hîna kêmasî hene. Jinên tundiyê dibînin di bin xetereyê de hene. Qanûna 6284 di mijara pêkanînê de kêmasiyan dijî. Divê qanûna 6284 bi bandor pêk bê û û her wiha Peymana Stenbolê şûnde bînin. Bi tunehesibandina wekheviyê em nikarin li dijî tundiyê têbikoşin. Divê polîtîka bêcezahiştinê ji holê bê rakirin, cezayên giran bên dayîn. Dema wisa nebe em nikarin behsa ewlehiya tu jinekê bikin.”
 
‘Zemîna Peymana Stenbolê jin bû’
 
Îrem Îlhan di berdeawmiyê de bi lêv kir ku Tirkiyeyê bi vekişandina ji Peymana Stenbolê peyama bersiva wekheviyeke sembolîk da û wiha bi lêv kir: “Zemîna Peymana Stnebolê jin bû. Armanca wê pêşîgirtina tundiya li ser jinê bû. Lê dewlet ji peymanê derket û ji têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê jî şûnde gav avêt. Vegera li Peymana Stenbolê ji bo me gelek girîng û bi nirx e. Bi kurtasî peyman li dijî tundiya li ser jinan rolên girîng dilîzin.”
 
‘Têkoşîn giştiye’
 
Îrem Îlhan destnîşan kir ku têkoşîna li dijî tundiyê giştiye û wiha vegot: “Divê ev di alî polîtîka civakî, çapemenî, hiqûqî û hemû aliyên civakî bê dest girtin. Divê hêza aborî ya jinan bê zêdekirin, divê îstîhdama kreşan bê zêdekirin, divê polîtîkayên civakî di alî xurtkirina jinan de bên avakirin. Ligel vê Di alî çapemeniyê de jî divê piştaniyek hebe. Divê çapemenî dest ji zimanê normalkirina tundiyê berde. Divê dest ji parastina gumanbaran berdin. Divê pewerdehiya zayenda civakî di her qasta perwerdehiyê de ferz be.  Di alî hiqûqî de divê qanûnên heyî yên wek 6284 bi bandor pêk bên.”
 
Îrem Îlhan di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Gotina sala malbatê, tercîheke polîtîk ya bi salane wekheviyê û têkoşîna azadiyê nabîne ye. Sala malbatê jinê davêje plana dawî. Jin ne wek kes wek hêmanek malbatÊ tê pênasekirin. Ev jî wekheviyê davêje dawî.”